Li paytexta Lîbya Trablusê nûçegihan û wênekêş Mihemed Bîn Xelîfe dema ku nûçeyek dişopand, parçeyekî guleya topê lêket û jiyana xwe ji dest da
Şerê navxweyî yê Lîbyayê didome û rojnamegerek ji ber vî şerî jiyana xwe ji dest da. Li paytexta Lîbya Trablusê dema ku nûçegihan û wênekêş Mihemed Bîn Xelîfe yê 35 salî şerê di navbera hêzên ewlehiyê yên ser bi hêzên niştimanî yên hikûmetê û tûgaya 7’an a hêzên Terhûnê ve dişopand parçeyekî topê lê ket û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daneyên Wezareta Tendirustiya Lîbyayê di nav vê hefteyê de ji ber vî şerê navxweyî 13 kesan jiyana xwe ji dest daye û 50 kes jî birîndar bûne. TRABLÛS