Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Em arşîvên xwe parve dikin – Ji Edîtor

e-rojname bi boneya salvegera Azadiya Welat arşîvên rojnameyên kurdî parve dike

Rojnameya Azadiya Welat wek berdewama rojnameyên Welat û Welatê Me di 21’ê çileya 1996’an de dest bi weşana xwe ya heftane kir. Îro salvegera destpêka weşana rojnameya Azadiya Welat e.

Salvegera rojnameyê li hemû hezkiriyên zimanê kurdî pîroz be! Em hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînin û dibêjin pênûsên wan li erdê neman û dê tu carî nemînin.

Bi boneya salvegera rojnameyê em hemû arşîvên rojnameyên Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Dengê Welat, Rojev, Hawar, Rojeva Medya û e-rojnameyê ji xwendevanên xwe re parve dikin. Di navbera 21’ê çileyê roja destpêka weşanê ya Azadiya Welat û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dê arşîvên me ji her kesî re vekirî bin. Hezkiriyên ziman û dîrokê dikarin li ser malperê di beşa ’arşîv’ de bikevin arşîvên rojnameyan.

Ji bo neteweyan du tiştên herî girîng ziman û bîr in. Em dixwazin bi vê mebestê hem bîra xwe nû bikin, hem jî xwendevanên kurdî bikarin xwe bigihînin arşîvên van rojnameyan ku ji bo têkoşîna zimanê kurdî bûn qonaxên girîng. Ger em bikarin bi qasî dilopekê jî be sûdekê bigihînin behreya zimanê kurdî, ev ji bo me şanazî ye.

Salvegera damezirandina Azadiya Welat li me hemûyan pîroz be. Gotina me ya dawîn; jiyan bi kurdî xweş e!

Lînka arşîva me ev e; https://e-rojname.com/belgedank/

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar