Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em herêmeke di bin kontrola Tirkiyeyê de qebûl nakin’

Ji rûspiyên eşîra El Demalîxayê Ebdilrezaq Îsmaîl got ku ew herêmeke bi ewle ya di bin kontrola dewleta tirk de qebûl nakin. Îsmaîl diyar kir ku ev hewldan tê wateya dagirkirina Sûriyeyê

Rûspiyê eşîra El Demalîxa ya li Minbicê Ebdilrezaq Îsmaîl têkildarî avakirina herêma bi ewle  axivî û diyar kir ku gelê herêmê avakirina herêmeke bi ewle di bin çavdêriya Tirkiyeyê de napejirînin. Îsmaîl got ku pêwîstî bi avakirina herêma bi ewle ya li bakurê Sûriyeyê nîn e.

Ebdulrezaq Îsmaîl destnîşan kir ku hin dewletên herêmê û navdewletî plan dikin ku herêma bi ewle ava bikin û dê di bin çavdêriya Tirkiyeyê de be. Îsmaîl daxuyand ku ew weke şêniyên herêmê vê planê napejirînin, ji ber ku zarokên wan ev herêm bi xwîna xwe rizgar kirine.

Pêwîstî bi parastina hêzeke cuda nîne

Îsmaîl bal kişand ser sedema avakirina herêma bi ewle û wiha domand: “Madem herêm bi ewle û aram e, çi pêwîstî bi herêma ewle heye? Hemû herêmên rizgarkirî yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê pêkhateyên wê ve têne parastin û pêwîstî bi parastina hêzeke cuda nîne. Em di nav aramî û ewlehiyê de ne û rewşa li herêmê ji her alî ve baş e. Em bang dikin bila her kes were serdana herêmên me bike û rewşê bi çavan bibîne. Bi taybetî jî li bajarê Minbicê.”

Dagirkeriyê red dikin

Avakirina herêmeke bi ewle ya di bin kontrola dewleta tirk de, Îsmaîl weke binpêkirina serweriya Sûriyeyê pênase kir û wiha bi dawî kir: “Destwerdanên derve nûnertiya gelê herêmê nake. Ev dagirkerî ye. Em dagirkeran li ser xaka xwe qebûl nakin. Em qebûl nakin ku herêmeke bi ewle di bin çavdêriya Tirkiyeyê de li herêmên me were avakirin. Hêzên leşkerî, ewlehî û rêveberiya sivîl a Minbicê nûnertiya gel dikin. Tenê gel dikare der barê herêmên xwe de biryaran bide.” MINBIC-ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar