PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Goran piştgiriyê dide derxistina dewleta tirk

Endamê Parlamentoya Iraqê yê Tevgera Goran Xalib Mihemed Elî da zanîn ku hebûna dewleta tirk a li Iraqê dagirkerî ye. Elî diyar kir ku ew piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo derxistina hêzên dewleta tirk ên li ser axa Başûr

Dewleta tirk ji bo kontrolkirina başûrê Kurdistanê her ku diçe bêhtir hêza xwe ya li herêmê zêde dike. Di vê çarçoveyê de bi dehan baregehên leşkerî li Başûr ava kirin. Baregehên leşkerî ne li gorî serê xwe, di heman demê bi hevkarî û li ser daxwaza PDK’ê ava kirin. Dewleta tirk roj bi roj dagirkeriya xwe ya li başûrê Kurdistanê bi avakirina baregehên nû, bi navendên MÎT’ê û hwd. qewîn dike. Di vê serdemê de dewleta tirk li ser daxwaza PDK’ê li Başîkayê jî baregeheke leşkerî ava kiribû û vê yekê rê li ber nerazîbûnên micid vekiribû.

Ji bo derxistina hêzên dagirker ên li başûrê Kurdistanê û Iraqê, Hevpeymana Saîrun ku serokatiya wê Muqtedir Sedir û Hevpeymana Bîna ku Hadî Umerî û Nûrî El Malîkî serokatiya wê dike, ji bo derxistina hêzên biyanî bi taybetî ên dewleta tirk dê zagonekê pêşkêşî parlamentoya Iraqê bikin.

Dagirkeriyê red dikin

Têkildarî vê hewldanê, endamê Parlamentoya Iraqê yê ser bi fraksiyona Goran, Xalib Mihemed Elî ji RojNewsê bi Berhem Latîf re axivî. Mihemed Elî got ku wan gelek caran destnîşan kiriye ku dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Başûr red dikin. Elî got ji ber ku hêza Tirkiyeyê li dijî welatiyên kurd tê bikaranîn, ew vê dagirkeriyê qebûl nakin.

‘Tu xêra Tirkiyeyê nebûye’

Xalîb Mihemed Elî bi lêv kir ku hêza wan bi xwe heye û dikarin parastina xwe bikin û wiha domand: “Pêwîstiya me bi hêza Tirkiyeyê nîne. Ger ev hêz ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê û parastinê hatibûna, herêmên me bombebaran nedikirin. Ji xwe di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jî tu xêra wan çênebû. Em piştigiriyê didin hemû hewldanên ji bo derxistina hêzên Tirkiye yên li Başûr. Ev hêz ji bo parastina berjewendiyên xwe li vir in, ne ji bo parastinê.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar