Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

McGurk: Tirkiye nikare bikeve şûna Amerîkayê

Nûnerê taybet ê berê yê Amerîkayê yê li nav Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk diyar kir ku planeke Washîngtonê ya piştî vekişînê li ser Sûriyeyê tune ye û got ku Tirkiye nikare bibe alternatîf

Nûnerê taybet ê berê yê Amerîkayê yê li nav Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk ku piştî biryara serokê Amerikayê Donald Trump a ji bo vekişîna ji Sûriyeyê îstifa kir, ji qenala CBS’ê re axivî. McGurk biryara vekişînê nirxand û diyar kir ku ji ber planeke Amerîkayê ya ji bo piştî vekişînê nîne rîskên li ser leşkerên amerîkî yên li herêmê zêde bûne.

McGurk da zanîn ku Trump vekirî axiviye û wiha got: “Ev yek jî tê wê wateyê ku peywireke vekirî ya yekîneyên me heye: vekişîn, vekişîna bi rengekî ewle. Ev yek dê dorê li Dewleta Îslamê fireh bike.” McGurk destnîşan kir ku Tirkiye ne hevalbendekî wisa ye ku karibe şûna Washîngtonê dagire û got ku ev yek realîst nîne.

McGurk di berdewamê de jî ragihand ku zehmet e ji aliyekî ve tu xwe vekişînî û ji aliyekî din ve jî hewl bidî bi koalîsyoneke din şûna xwe dagirî û ev tişt got: “Ev plan ne ya bicihanînê ye.” McGurk di 18’ê çileyê de jî daxuyaniyek dabû rojnameya Washîngton Postê û gotibû ku Tirkiye ne xwedî derfetên leşkerî ye ku karibe bi tena serê xwe bi roleke jê tê xwestin rabe. WASHÎNGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar