Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Baskê piştgirî da Guven

Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Baskê bi peyamekê piştgirî da çalakiya Leyla Guven. Rêxistinên civaka sivîl ên Wanê jî bi daxuyaniyeke hevpar bang li wezareta dadê û meclisê kir ku di zûtirin dem de daxwazên Guven û girtiyan qebûl bikin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, 75 roj li pey xwe hiştin. Her ku diçe piştgiriya bi çalakiya Guven re jî zêde dibe. Di vê çarçoveyê de Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Baskê bi peyamekê piştgirî da. Her wiha rexistinên civaka sivîl ên Wanê jî bi daxuyaniyekê bang li wezareta dadê û meclisê kirin ku daxwazên Guven qebûl bikin.

Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Baskê di peyama xwe de destnîşan kir ku pir aşkera ye ku dê rûmeta gelê kurd, faşîzmê têk bibe. Platformê diyar kir ku çalakiya Guven dê berxwedana gelê kurd bi ser xe û ev tişt hatin gotin: “Em dizanin hûn, bûne nûnertiya fedekariyê û em piştevaniya we dikin. Li gel hevrêyên we, em biryardariya we weke nirxê wêrekiya we dizanin. Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, dê çalakiya we bibe xeta pêşengî û berxwedanê. Em bi hestê şoreşgerî we hembêz dikin. Berxwedan jiyan e. Jin jiyan azadî.”

Daxuyaniya hevpar

Her wiha Baroya Wanê, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê, odeya bijîşkan a Wan û Colemêrgê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku daxwazên Leyla Guven û girtiyan bên qebûlkirin.

‘Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Daxuyanî ji hêla nûnera TÎHV’ê Sevîm Çîçek ve hat xwendin. Çîçek binpêkirinên li Tirkiyeyê bi bîr xist û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Çîçek got ku kes bi tecrîdê ji hemû mafên xwe bêpar tê hiştin û wiha domand: “Ev yek li dijî makeqanûnê, demorasiyê û rêgezên hiqûqa dewletê û navneteweyî ye. Tecrîd îşkence ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di serî de birêz Leyla Guven û girtî, ji bo ku dewlet li gorî qanûnan tevbigere û tecrîda girankirî bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ne.”

Daxwazên xwe destnîşan kirin

Çîçek herî dawî jî ji wezareta dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê ev daxwaz kirin: “Em di serî de we vedixwînin pêkanîna peywira we ku çareseriyê pêş bixin û li gorî rêgezên hundirîn navneteweyî tevbigerin. Divê daxwaza girtiyên di grevê de bê qebûlkirin ku TTB dikaribe beşdarî pêvajoya tenduristiyê bibe. Divê deriyên girtîgehan li heyetên serbixwe yên ji saziyan bên avakirin bê vekirin. Em bang li raya giştî dikin ku bêyî encamên nebaş ji çalakiyê derkevin, bikevin nav hewldanan.”

Kampanyaya îmzeyan

Di heman demê de ji bo piştevaniya bi çalakiya Guven re, di 19’ê çileyê de kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hatibû destpêkirin. Kampanya di nav 24 saetan de 3 hezar îmze derbas kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar