Nuçegihanê Rojnameya Evrenselê Kemal Ozer ê 16 meh in girtî bû hat berdan
Danişîna 5’emîn a doza nuçegihanê Rojnameya Evrenselê Kemal Ozer ê 16 meh in ku bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” girtîbû li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin.
Ji Ozer ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê dihat xwestin. Gelek kes beşdarî danişînê bûn. Rojnameger Ozer sûcên li ser xwe red kir û berdana xwe xwest. Parêzerê Ozer jî xwest miwekîlê wî bê berdan.
Piştî parastinan heyeta dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Ozer da û danişînê taloqî 11’ê adarê kir. DÊRSIM