Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çînê der barê xebata guhertina genetîkê de lêpirsîn da destpêkirin

Hikûmeta Çinê der barê zanistê xwe He Jîankuî ku mudaxaleyî genetîka cêwiyên jineke çînî kiribû û genetîka wan guherandibû, lêpirsîn da destpêkirin. Dê He ji sûcdariyên ‘reva ji venêrîn û îxlalkirina rêziknameyên neteweyî ya ji bo nav û sermiyana xwe’ bê darezandin

Beriya çendekî zanîstê çînî He Jîankuî ragihadndibû ku bi armanca parastina ji vîrusa HIV’ê mudaxaleyî genetîka pitikên cêwî yên jineke çînî kiriye û genetîka wan guherandiye. Her wiha zanist He destnîşan kiribû ku van cêwiyan ji dayik bûne.

Ji ber vê yekê der barê He de bi sûcdariyên ‘reva ji venêrînê û îxlalkirina rêziknameyên neteweyî ya ji bo nav û sermiyana xwe’ lêpirsîn hat destpêkirin. Tê angaştkirin ku He di vê xebata xwe de di ewraqên vekolîna sincê de sextekarî kiriye.

Lêpirsîna der barê He de li herêma Guangdongê ya başûrê Çînê ji aliyê komîteya tenduristiyê ve hat destpêkirin. Di lêpirsînê de hat hînbûn ku He ji bo armanca xwe ya bûyîna pitikek ku genetîka wê hatiye guhertin, bi zanebûn ji venêrînê reviyaye.

Her wiha di lêpirsînê de hat hînbûn ku He di embriyoyên mirovan de rêbazeke derzagonî ku asta wê ya ewlehiyê nayê zanîn, bi kar aniye.

Ji ber vê rêbazê bi sedan zanistên çînî û navneteweyî He şermezar kirin û parastin ku guhertina genetîka mirovan a di embriyoyan de ku bi armanca hilberandinê pêk hatiye,  ne sincî ye.

Hikûmeta Çînê ji ber vê yekê xebatên He yên ji bo guhertina genetîka mirovan bi awayekî demî rawestand.

Guhertina genetîkê ji ber gumana ku dê bi rêya guhertinên ku di DNA’yê de pêk tên, derbasî nifşên bê jî bibe û xesar bide genên din, li gelek welatan qedexe ye.

Hin pispor jî van ceribandinan wek ‘ceribandina mirov’ diwesfînin û gelek xeternak dibînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar