Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê ji bo mîtînga Stenbolê bang kir

HDP’a Stenbolê bi daxuyaniyekê bang li hemû kesî kir ku di 3’yê sibatê de tev li mîtînga wan a li Qada Kadikoyê bibin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û bêdengî jî tê wateya hevkariya vî sûcî

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dê di 3’yê sibatê de li Qada Bakirkoy a Stenbolê mîtîngekê li dar dixe. Ji bo mîtîngê HDP’ê daxuyaniyek da û banga tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniyê de parlamentêrên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Huda Kaya, Mûsa Pîroglu, Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya, Erol Katircioglu, Ahmet Şik, Zeynel Ozen, berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Cengîz Çîçek, Esengul Demîr û gelek rêveberên bajêr jî amade bûn. Daxuyanî  ji hêla Saruhan Oluç ve hate xwendin. Oluç got ku çalekiyên greva biçîbûnê yên bi pêşengiya Guven hatine destpêkirin, vîna gelê kurd a berxwedan û xwedîlêderketina nirxên xwe nîşan didin.

‘Guh bidin daxwazên Guven’

Oluç di berdewamê de jî Oluç got ku tecrîda li ser Ocalan şerm û sûcê mirovahiyê ye û wiha domand: “Berdewamkirina vê tecrîdê tê wateya berdewamkirin şer a li dijî gelê kurd û hêzên demokrasî û azadîxwaz. Ji bo wê divê demildest desthilatî guh bide daxwazên Leyla Guven û dawî li tecrîdê bîne. Ne tenê desthilatdarî, yên li hemberî vê sûcê mirovahiyê bêdeng dimînin jî hevkarên vî sûcî ne.”

Bang li dewletê kirin

Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Remziye Tosun jî axivîn û bal kişandin ser berxwedana zindanan. Parlamenteran bang li dewletê kir ku di zûtirin dem de dawî li tecrîdê bînin. Di dawiyê de jî parlamenteran bang li hemû kesî kir ku tev li mîtînga ku dê ji bo rakirina tecrîdê di 3’yê sibatê de li Qada Bakirkoyê bê lidarxistin, bibin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar