Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leyla qêrîna dilê me ye – Ronahî Baz nivîsand

Leyla; jina têkoşer, pêşenga periyan û jina ku jiyana xwe bi evînê hûnandiye.  Jina serhildêr dîsa li gorî wateya navê xwe tevgeriya û ji berxwedaneke dîrokî re pêşengiyê dike.

Di her serdemekê de Leylayan mohra xwe li pêvajoyê xistiye. Tu caran li dijî zilm û zordaran serî netewand, îro jî natewîne û dê sibê jî netewîne. Wek navê xwe her têkoşiyaye Leyla.

Ew dilê wê ku tenê ji evînê re malovaniyê dike û dibêje ‘Bingeha jiyaneke bedew û wekhev de evîn ango hezkirin heye’ tarîtiya li ser jiyanê dihat ferzkirin nepejirand. Bêdengî behna wê diçikand û difetisand. Diviya ew bêdengî bihata şikandin û tarîtî bihata qelişandin.

Leyla, jina têkoşer bedena xwe li dijî tarîtiya ku pergala faşîst ku dixwaze li ser gelan, jinan û zarokan bide ferzkirin kir mertal û bû xwedî berxwedaneke bêhempa. Divê di serî de jin û hemû civak, vê berxwedana Leyla û rêhevalên wê baş fêm bikin.

Ev berxwedan li dijî hemû pêkutiyên dermirovî qêrînek e, qêrîna jinên ku jiyana wan ji wan hatine dizîn e. Qêrîna zarokên ku ken ji bîr kirine. Qêrîna civaka ku ji roja xwe mehrûm hatine hiştin. Leyla qêrîna dilê me ye. Ji bo ku ev dil nerize û raneweste, ji bo ku qêrîna me di gewriya me de asê nemîne, divê em xwe li dora vê berxwedanê bikin xeleke ji agir, wê hembêz bikin û xwedî lê derkevin. Divê em tu car ji bîr nekin, her xelekek wê ji bo Leylayan bibe bêhnek. Her dengek dê bibe hêzek ji bo lêdana dilê Leyla û rêhevalên wê yên berxwedêr.

Di vê rêwîtiya heqîqetê de em wan bi tenê nehêlin. Dibe ku bi rastî jî sibê dereng be. Ew gelek caran ji aliyê gelek kesan ve hatiye gotin. Ji ber ku ez vê girîng dibînim û min jî xwest bi vê nivîsê bibim dengekî biçûk. Xwedîderketina vê berxwedana dîrokî peywireke exlaqî û wijdanî ye. Ji bo ku êdî dil nesojin em vê peywira xwe bi cih bînin.

Leyla giyan ev berxwedana te ya li dijî zilmê û tarîtiyê bangewezî ye û rê nîşanî me dide. Ji bo pêşerojeke ronak û azad em guh bidin qêrîna Leylayê û Dildarên Rojê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar