Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Li Venezuelayê çi diqewime?

Serokê Meclisa Neteweyî yê Venezuelayê Juan Guaîdo diyar kir ku Maduro nas nake û xwe weke serokê Venezuelayê ragihand. Li se vê biryarê DYA jî di nav de gelek dewletan piştgirî dan Guaîdo. Maduro jî hemû têkiliyên dîplomatîk ên bi DYA’yê re qut kirin

Ji dewletên Amerîkaya Başûr Venezûelayê geşedanên girîng rû didin. Şevê din Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaîdo bi daxuyaniyekê  xwe weke serokê dewleta Venezuelayê ragihand. Bi ragihandina Guaîdo re jî serokê Amerîkayê Donald Trump, bi daxuyaniyekê serokatiya Guaîdo nas kir. Guaîdo jî sond xwar û ev hewldan jî rastî bertekên tund  hat.

Serokê Dewletê yê Venezuelayê Nîcolas Maduro di hilbijartinên gulana sala 2018’an de cara duyemîn di hilbijartinan de bi serkeft. Lê hilbijartin ji ber boykota hêzên muxalefetê, tevlêbûna kêm bû. Di heman demê de hat destnîşankirin ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin. Hêzên muxalîf ên li Venezualayê destnîşan kirin ku ew encamên hilbijartinê qebûl nakin û dixwestin ku hilbijartin careke din pêk bên.

Guaîdo xwe weke serok ragihand

Li hemberî hikûmeta Maduro li gelemperiya Venezuelayê çalakiyên girseyî dihatin lidarxistin û aboriya welat jî ber bi têkçûnê ve diçû. Ji ber vê yekê bi dehhezaran hemwelatî ji Venezuelayê koç kiribûn. Di serdemekê wiha de Serokê Meclisa Neteweyî ya Venezuelayê Juan Guaîdo di mîtîngekê de sond xwar û ragihand ku ew serokatiya Maduro nas nakin û xwe weke serokê demkî yê Venezuelayê ragihand.

Helwesta DYA’yê

Çend deqîqe piştre jî serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê detsnîşan kir ku tu rewabûneke hikûmeta Maduro nîne û di vê çarçoveyê de jî ew weke DYA’yê serokatiya Guaîdo nas dikin. Di heman demê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo jî bang li Maduro kir ku dest ji peywira xwe berde û bang li artêşa Venezuelayê jî kir ku ji bo avakirina demokrasiyê tevbigerin. Li ser van daxuyaniyên li pey hev, hem li Venezuelayê û hem jî di qada navneteweyî bertekên tund hatin nîşandan.

Maduro hemû têkilî qut kirin

Li ser van geşedanan, Serokê Venezuelayê Maduro jî li ber qesra serokatiyê ya li paytext Caracasê bang li alîgirên xwe kir. Maduro diyar kir ku hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi DYA’yê re dibirin. Di heman demê de Maduro ji dîplomatên amerîkî yên li Venezuelayê xwest ku di nava 72 saetan de ji welatê wan derkevin.

Guaîdo weke serok nas kirin

Li ser biryara naskirina DYA’yê, Kanada, Şîlî, Peru, Brezîlya, Guatemela, Kolombiya û Paraguayê jî da zanîn ku dê hikûmeta Guaîdo nas bikin. Di heman demê de Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê Tusk jî diyar kir ku ew bi hêvî ne ku temamiya Ewropayê piştgiriyê bide hêzên demokrat û bi awayekî vekirî piştgirî da Guaîdo. Her wiha Rêxistina Dewletên Amerîkayê ku dewletên li başûr û bakurê Amerîkayê endamên wê ne, bi peyamên cuda gotin ku piştgiriyê didin hikûmeta Guaîdo.

Dewletên piştgirî dan Maduro

Tevî van dewletên ku piştgiriyê didin Guaîdo, li hêla din jî gelek dewletan piştgiriya xwe ya bi Maduro re domand. Di vê çarçoveyê de Berdevkê Serokê Meksîkayê Manuel Lopez Obrador, Jesus Ramîrez Cuevas da zanîn ku ew Maduro weke serokê Venezuelayê dibînin. Her wiha Alîkarê serokê Komîteya Karên Derve ya Federasyona Rûsyayê Andrey Klîmov jî da zanîn ku Maduro serokê fermî yê Venezuelayê ye û helwesta wan neguheriye. Herî dawî jî serokê Bolîvyayê Evo Morales jî piştgirî da Maduro.

Îsal li Venezuelayê çi bû?

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên muxalîf ên li Venezuelayê ji ber krîza aborî, hikûmeta Maduro protestoyên girseyî li dar dixistin. Ji ber krîza heyî ya makeqanûn û siyasî, du parlamento hene. Li hêlekê Meclisa Damezirîner û li hêla din jî Meclisa Neteweyî ku hema hema xwedî tu bandorekê nîne, heye. Meclisa Damezirîner ji hêla Maduro û alîgirên wî ve û ya neteweyî jî ji aliyê muxalîfan ve tê birêvebirin. Çend roj beriya ku Maduro di 10’ê çileyê de sond bixwe, Meclisa Neteweyî kom bû. Meclisê xwe weke ‘tekane saziya ku bi awayeke rewa û demokratîk hatiye hilbijartin’ destnîşan kir û hikûmeta Maduro jî nerewa nîşan da. Meclisê ji bo serokatiyê jî Guaîdo hilbijart û piştgirî ji artêşê xwest.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar