Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em berpirsyariya xwe bi bedena xwe pêk tînin’

Rojnameger Kîbriye Evren ku 39 roj in li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, di peyama şandî de diyar kir ku ew û girtiyên din berpirsyariya xwe bi bedena xwe pêk tînin û got ku yên li ber xwe dane tim bi ser ketine

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, 78 roj in bi biryardarî didome. Tevî Leyla Guven li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê herî kêm 45 jê jin 200 girtiyên siyasî bi heman daxwazê di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Yek ji van jinan jî rojnameger Kîbriya Evren ne ku di operasyona 9’ê cotmeha 2018’an de hat girtin û niha di Girtîgehan Tîpa E ya Amedê de ye. Evren jî bi heman armacê di 16’ê kanûn ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Evren a ku 39 roj in di grevê de ye, ji girtîgehê têkildarî sedema destpêkirina greva xwe ya li dijî tecrîdê  peyam şand û nirxandin kir. Evren diyar kir ku ew wek rojnameger, parêzvana mafên mirovan û aktîvîstekê ketiye çalakiyê û da xuyand ku bedena Leyla Guven êdî avê jî qebûl nake.

Di destpêka peyama xwe de Evren diyar kir ku rewşa Guven giran bûye, bi tena serê xwe nikare bimeşe û bedana wê tiştên avî qebûl nake û wiha got: “Bi hinceta butçe tune ye vîtamîna B1 jî nadinê. Ji ber vê roj bi roj bedena wê kîlo winda dike. Lê me bi zanebûna barê giran a vê çalakiyê dest pê kir. Biryardarbûna me bi mezinbûnê didome. Divê tecrîd rabe, hevdîtina parêzer û malbatê bi birêz Ocalan re pêk bê. Ev mafekî gerdûnî ye.”

Daxwazên xwe bi greva birçîbûnê tînin ziman

Di berdewamê de Evren destnîşan kir ku ew berpirsyariya xwe bi bedana xwe pêk tîne û wiha pêde çû: “Ez wek rojnamegerekê li derve bûma min ê bi pênûsa xwe, bi pîşeya xwe berpirsyariya xwe bi cih bianiya. Lê ez wek rojnamegereke ku niha di girtîgehê de me berpirsyariya xwe bi bedena xwe pêk tînim. Me daxwazên xwe yên mafdar bi greva birçîbûnê daniye holê. Bi birêz Ocalan re di 2016’an de hevdîtin hat kirin lê ji bendewariyên civakê dûr bûn û ji ber qels ma, kûr bû heta îro hat. Di rojên borî de hevdîtinek kurt bi birayê wî re dîsa pêk hat, nêzîkatiyek ji çareseriyê dûr hat nîşandan. Weke ku cîdiyeta mijarê nizanin nêz dibin û pirsgirêk kûr dibin. Ev nêzîkatî gelek xetere ye. Lingê herî girîng ê polîtîkayên qirkirinê ye.”

Dewleta tirk bi awayekî zelal sûc dike

Evren da zanîn ku dewleta tirk bi pêkanîna tecrîdê bi awayekî zelal sûc dike û wiha domand: “Ev pêkanîn li dijî peymanên navnetneweyî, mafê mirovan e. Ligel vê di pîvana hiqûqa gerdunî de jî wek sûc hatiye diyarkirin. Civak vê dizane û li pey daxwazek aştiya mayînde û bi rûmet e. Divê bendewariya civakê li ber çavan bê girtin û pêngav bên avêtin.”

‘Di girtîgehan de demek nû tê jiyîn’

Her wiha herî dawî Evren ev nirxandin kir: “Tecrîda li ser birêz Ocalan pirsgirêkek gerdûnî ye. Cîhan vê tecrîd û çalakiya em dimeşînin dibînin. Dema rewş wisa be, helwesta dewletê ya ji nedîtîve tê, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Encama vê çalakiyê ji bo me dikare rê li ber encamên ku vegera wan ne pêkan e vebike. Leyla Guven îradeya bi milyonan e. Di girtîgehan de demek nû tê jiyîn. Dem ji bo me û hemû civakê pêk tê. Em ê bibînin ku ev dema dîrokê çawa derbas dibe. Yên li ber xwe dane, tim bi ser ketine. Dîrokê ev nîşanî me daye. Niha jî dîsa yên li ber xwe didin dê bi ser bikevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar