Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ji 4 ciwanên Dêralokê 2 jê vegeriyan malê

Ji 4 ciwanên ku di dema bombebarana balafirên şer a artêşta tirk de winda bûn, 2 jê vegeriyan malê. Ciwanan da zanîn ku di dema bombebaranê de xwe spartine şikeftekê

Balafirên şer ên dewleta tirk di 23’yê çileyê de Geliyê Reşave yê bajaroka Dêrelokê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kir. Di bombebarana li dijî sivîlan de welatiyên bi navên Azad Şahîn û Wehîd Baqî hatibûn qetilkirin û Rêdar Mihemed Tahir, Azad Mecîd, Mihemed Elî Zêbarî û Mîrzan Nêrweyî jî winda bûbûn. 2 kesên ku hatin qetilkirin duh li Dêralokê hatibûn veşartin.

Tevî hemû lêgerînên li herêmê jî welatî nehatibûn dîtin. Di vê çarçoveyê de komên lêgerînê îro li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kiribûn. Ji 4 welatiyên winda, Mihemed Elî Zêbarî û Mîrzan Nêrweyî şevê din xwe gihandin malê. Ji ciwanan Mihemet Elî Zêbarî ji Rojnewsê re axivî û ev tişt destnîşan kir: “Em ji bo girtina masiyan çûbûn ser avê. Em navberekê bi qasî saetekê nêzî cihê bombebaranê bûn. Destpêkê balafirên keşfê hatin û li herêmê geriyan. Piştî demekê balafirên şer hatin û herêm bombebaran kir. Li gelek cihan xistin lê me ne dizanî ku tu kesek li wan deran heye yan na.”

Xwe spartin şikeftê

Zêbarî got dema ku bombebaran destpê kir, wan jî xwe spart şikeftekê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî bombebaranê jî balafirên keşfê li herêmê digeriyan, lewma em nekaribûn derkevin û werin malê. Em di saetên derengiya şevê de derketin û me xwe gihand malê. Ez bêdengiya li hemberî bombebaranê şermezar dikim. Tu kes xwedî li me dernakeve. Em kurd wekî pezên bê şivan in. Lê em dixwazin li dijî van êrîşan helwest bê nîşandan û tişta pêwîst bê kirin.” DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar