PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Li dijî baregehan bertek zêde dibin

Li ser serhildana Şêladizê, ji her derdorên cuda daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn. Siyasetmedarên kurd ên li Başûr gotin ku hebûna artêşa tirk a li Başûr li ser jiyana gel metirsî ye û divê ji Başûr bên derxistin

Welatiyên Şêladizê ya Dihokê duh bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê Başûr û derxistina baregehên artêşa tirk, duh bi ser baregeha artêşa tirk a li Şêladizê de girt û baregeh şewitandin. Artêşa tirk a ku gelê herêmê gulebaran kir, li cihê çalakiyê 2 sivîl hatin qetilkirin û 6 jî birîndar bûn. Gelemperiya partiyên kurd piştgirî dan serhildana gelê Şêladizê. Lê PDK’ê bi daxuyaniyekê gef li serhildêran xwar û got ku dê çalakvanan ceza bike.

Di çarçoveya piştgiriya bi serhildana gel re û şermezarkirina artêşa tirk, Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Tevgera Nifşê Nû got ku gelê herêmê li dijî qetilkirina dewleta tirk, çalakiyên aştiyane pêk anîne û wiha domand: “Lê rastî êrîşê hatin û şehîd û birîndar bûn. Mixabin ev çalakvan niha di bin gef û lêgerîna çekdarên Mesûd Barzanî de ne. Hêzên ewlehiyê ne gefan divê gel biparêzin. Ev erka wan e. Em bang li hikûmeta navendî ya Iraqê dikin ku sînorên herêmê biparêze. Ji ber ku deshilatdariya li herêmê tu girîngiyê nade jiyan û rûmeta welatiyên herêmê. Ji bo berjewendiyên xwe tundiyê li ser sivîlan dike.”

‘Artêşa tirk li ser jiyana gel metirsî ye’

Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan jî bi daxuyaniyekê xweste ku dewleta tirk baregehên xwe yên li ser axa Başûr vekişîne û ev tişt destnîşan kir: “Hebûna baregehên artêşa tirk, li ser jiyana gelê herêmê metirsî ye û binpêkirina axa Kurdistan û Iraqê ye. Em şehîdxistina gelê me yê sivîl şermezar dikin.”

Bang li Iraqê kir

Li hemberî êrîşên dewleta tirk ji gelek derdorên siyasî jî bertekên tund hatin. Der barê mijarê de endamê Parlamentoya Iraqê yê fraksiyona Yekitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Şêrwan Mîrza diyar kir ku dê bi rêya Wezareta Derve ya Iraqê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Mîrza got ku parastina her hemwelatiyekî erka hikûmeta Iraqê ye û xwest ku hikûmet qetilkirina sivîlan baş lêkolîn bike. Dewleta tirk serweriya axa Iraqê binpê dike û divê hemû hêzên biyanî ji Iraqê bên derxistin.

Hevgirtina kurdan dikare planan têk bibe

Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Muzeyen Guneş jî êrîşa artêşa tirk şermezar ki û got ku ya ku dewleta tirk dike, derveyî qanûnên navneteweyî ye. Guneş diyar kir ku Tirkiye êrîşî hemû kurdan dike û li dijî vê jî divê kurd li her çar parçeyan bibin yek. Guneş bi lêv kir ku ger ev yek pêk bê, dê planên dewleta tirk jî têk biçin.

Yawer bîlançoya êrîşan parve kir

Têkildarî êrîşên dewleta tirk, sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer ji Dengê Amerîkayê re axivî. Cebar Yawer da zanîn ku ji sala 2015’an heta dawiya 2018’an, dewleta tirk 398 caran navçeyên Başûr bombebaran kirine û ev agahî dan: “425 caran jî herêm topbaran kirin. Ji ber van êrîşan gelek ziyanên mezin gihaştine herêmê. Ji ber van êrîşan, gelek welatiyan gundên xwe terikand. Nexweşxan, pir dibistan û hwd. hatin rûxandin. Her wiha gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Ji bo ku dewleta tirk ewqas binpêkirinên hewayî û bejahî bike, tu lihevkirineke fermî di navbera hikûmeta Iraqê û dewleta tirk de nîne.”

Mexmûriyan piştgirî da Şêladizê

Çalakgerên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di greva birçîbûnê de ne jî piştgirî da serhildana gelê Şêladizê. Ji çalakvanan Segvan Encû serhildana gel silav kir û got ku li kuderê dibe bila bibe divê ku gelê kurd li dijî van êrîşan bê deng nemîne. Encû diyar kir ku divê li dijî van êrîşan gelê Başûr raber serhildanê. Welatiyên bi navên Ehmed Kabûl û Abdulkerîm Uren jî daxuyand ku dê heta dawiyê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Welatiyan bi lêv kir ku dewleta tirk li dijî gelê Başûr her cureyên terorê dike û da zanîn ku ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Şeladizê.

PDK kujerên gel ji gel diparêze

Li hêlekî daxuyaniyên piştgiriya bi çalekiyên gel re tên dayîn û li hêla din jî PDK alîkariyê dide hêzên artêşa tirk. Hikûmeta başûrê Kurdistanê li şûna ku qetilkirina sivîlan şermezar bike û xwedî li serhildana gelê herêmê derkeve, çalakiya gel weke ‘fitne’ pênase kir û der barê çalakvanan de lêpirsîn da destpêkirin. Hat zanîn ku ji duh ve PDK’ê ji bo parastina baregehên artêşa tirk hêzeke zêde ya leşkerî ku ji hêzên taybet pêk tê, derbasî baregeha Siriyê kir. Bi vê yekê re jî PDK dixwaze leşkerên tirk û baregehên wan ji gelê ku ji hêla leşkeran ve tê qetilkirin biparêze. PDK destûrê nade ku tu kes nêzî herêmê bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar