PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Armanc têkbirina faşîzmê ye

Di rojeva me de gelek mijarên girîng cih digirin. Lê divê em van mijaran li gorî pêwistiyê ji hev veqetînin û çarçoveya wan baş bihûnin. Li vir tişta girîng ew e ku em bikaribin çend rojeva di nav her de û bi hev re bimeşînin. Niha rojevên herî girîng ji bo gelê kurd û derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê hilbijartin û grevên birçîbûnê yên li zindanan, çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat in.

Ev her du rojev her çiqas bi rebazên cuda bên meşandin jî di bingeha xwe de heman in. Ji ber ku armanên van rojevan yek in. Em dikarin bêjin du rêbaz lê heman stratejî ye. Ev her du rêbaz bi awayekî hemahengî bi hev re bên meşandin, hev du temam bikin dê armanc jî zûtir bi cih bê. Dîroka têkoşîna me bi van mînakan dagirtiye.

Stratejiya van her du çalakiyan jî têkbirina faşîzme AKP-MHP’ê ye. Faşîzm niha li çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiye û heta ji destî tê li welatên cur bi cur ên cîhanê êrîşî destkeftiyên me dike. Bêguman li hemberî vê yekê li heman qadan têkoşînek bêhempa ya cur bi cur jî tê meşandin.

Rejîma AKP-MHP’ê hem li hundir hem jî li derve bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye. Di hundir de qeyrana aborî, siyasî û leşkerî dijî. Ji derve jî tecrîdek mezin dijî. Bi armanca meşandina zordariya li hundir hemû berhemên Tirkiyeyê pêşkêş dike. Bi piştgiriya ji derve digire jî çewsandina li ser civakê dişidîne.

Lê êdî faşîzm nikare civakê bi rê ve bibe. Li hemberî berxwedanek herî biçûk jî diheje. Têkoşîna girtiyên azadiyê û piştgiriya ji derve niha de ev pergala faşîst xitimand û krîza wê kûrtir kir. Hemû cureyên zordariyê di van çend salên dawiyê de bikar anîn. Nina bi hind lîstikan dixwaze berxwedanê vala derxe. Hevdîtina bi birêz Ocalan re hat kirin û tahliyeya Leyla Guven bêguman destkeftiyên giring in. Di encama berxwedanê de hatine bi destxistin.

Ji vir tişta divê em fam bikin ew e ku bêyî berxwedanê rêyek din a serederiya bi faşîzmê re nîne. Bi tawîz dayînê faşîzm nayê ser rê. Bi qasî tawîz bê dayîn faşîzm dê ewqas har bibe û zêdetir tawîz bixwaze. Ji ber ku dawiya tawîz û tawîzkariyê nîne. Her wiha kes nikare pêşiya berxwedêr û berxwedanê jî bigire. Qasî berxwedan mezin bibe ewqas faşîzm têk diçe.

Niha di pêvajoya pêşiya me de wezifeyên dîrokî li pêşiya me ne. Wekî li jor jî hate destnîşankirin ku em rojevên xwe yên sereke bi hev re baş bimeşînin teqez faşîzm dê têk biçe. Grevên birçîbûnê aliyê berxwedêr ê pêvajoyê ye. Ev alî divê bi her awayî bê xurtkirin. Heta daxwazên vê çalakiya rûmetê pêk tên û tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî dibe. Ji bo vê divê her kes çi ji dest hatibe bike. Divê kes li mezinbûn û biçûkbûna çalakiyan nenêre. Çi ji dest hat divê bike.

Aliyê duyemîn hilbijartin in. Ev hilbijartin bi gelek aliyan ve girîng in. Niha faşîzm dixwaze politikayên xwe yên qirkirinê rewa bide nîşandan. Qeyûman wekî ku gelê kurd jê razî ye, bide rewakirin. Ji bo vê hemu rêbazên qirêj bi cih tîne. Gelê me di hilbijartina 24’ê hezîranê de dersek dîrokî da rejîma faşîst. Divê di hilbijartinên heremî de ev ders xurtir bê dubarekirin. Nexwe faşîzm di sindoqê de neyê fetisandin dê pekanînên xwe yên heta niha dijwartir bike. Êdî li malan jî dê axaftina kurdî qedexe bike.

Serkeftina di hilbijartinan de redkirina polîtikayên qirkirinê ye. Di heman demê de xwedîlêderketina berxwedana li zindanan, şoreşa Rojava û hemû destkeftiyên gelê kurd e. Ji bo vê divê em her çalakiya hilbijartinê vegerînin çalakiya piştgiriya berxwedana zindanan û her piştgiriya ji bo berxwedana zindanan jî vegerînin mitîngek hilbijartinê.

Armanca her du çalakiyan jî şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan, xwedîlêderketina îradeyê û parastina destkeftiyan e.

Nûçeyên Têkildar