Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Zihniyeta yek netewe zimanê kurdî tune dihesibîne

Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş tunehesibandina zimanê kurdî ya nexweşxaneyeke taybet nirxand û diyar kir ku tunehesibandina zimanê kurdî ji ber zihniyeta yek netewe ya ku ji dema avakirina komarê ve didome ye.

Beriya çend rojan li bajarê Elezîzê li nexweşaneyeke taybet li dijî zimanê kurdî bûyereke sosret pêk hatibû. Nexweşxaneyê ji bo kesên ku bi zimanê tirkî nizanin, qertên zimanan amade kiribû. Li gel ku piraniya nifûsa bajar ji gelê kurd pêk tê jî nexweşxaneyê di van qertan de cih nedabû zimanê kurdî. Ji bilî zimanê kurdî zimanê ûkraynî û japonî jî di nav de nexweşxaneyê cih dabû 17 zimanên biyanî. Li ser bertekên ku li dijî wê hatibûn nîşandan, nexweşxaneyê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku wezareta temduristiyê berê wan dide pêkanînên bi vî rengî.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ev bûyer ji rojnameya me re nirxand. Parlamenter Hasan Ozguneş diyar kir ku înkara li hemberî kurdî ne niha ji dema avakirina komarê ve didome û wiha got: “Helwesta dewleta tirk di serî de li hemberî nasname û zimanê kurdî ya înkarê ye. Dema komar ava kirine gotin yek netewe di Tirkiyeyê de heye. Ew jî neteweya tirk e. Ji bo vê yekê li hemberî gelê kurd biryara pişaftinê hatiye dayîn.”

‘Navên newal û çiyan guherandine’

Hasan Ozguneş da zanîn ku zihniyeta dewleta tirk a bi salan careke din xwe li Elezîzê dubare kiriye û ev tişt anîn ziman: “Bi salan e xebatên dewletê yên pişaftinê di serî de zimanê kurdî ji bo hemû zimanên din ên li Tirkiyeyê didome. Ji ber ku hîmê dewleta tirk li ser yek neteweyê hatiye avakirin, hemû gelên di nav sînorên Mezopotamya û Anatoliyayê de dijîn, înkar dike. Di vê çarçoveyê de navê zarok, deşt, newal û çiyayên gelê kurd her înkar kirine û guherandine.”

Ozguneş înkara dûr û dirêj a dewleta tirk a li hemberî kurdan bi anekdoteke balkêş vegot û da zanîn ku wek partî li dijî polîtîkayên înkarê ne û ev tişt anîn ziman: “Em di bernameya partiya xwe de jî cih didin vê yekê. Hebûn û afirandina polîtîkayên partiya me li ser vê yekê tên meşandin. Li gorî me divê bûyerên sosret ên bi vî rêngî careke din li Tirkiyeyê dubare nebin. Ne tenê li dijî kurdan li dijî hemû neteweyên Tirkiyeyê bûyerên bi bî rengî neyên jiyîn.

Anekdota înkara dewleta tirk!

Anekdota balkêş a Ozguneş a ji bo înkara dewleta tirk a li hemberî desftkeftiyên gelê kurd wiha ye;

Di sala 1960’î de serokdewletê Misrê Cemal Abdulnasir bangî Barzanî dike û jê dixwaze ku ji bo lihevkirina wan û hikûmeta Iraqê heyetek bişîne cem wî. Piştî vê bangê bi pêşengiya Celal Talabanî heyetek diçe cem Cemal Abdulnasir û guftugoyên xwe dikin. Cemal Abdulnasir ji heyetê re dibêje hûn çi dixwazin, Celal Talabanî jî dibêje ku ew radyoyên kurdî dixwazin. Cemal Abdulnasir ev daxwaz qebûl dike. Dema ku dewleta tirk vê yekê dibihîze ew jî heyetekê dişîne cem Cemal Abdulnasir û radigihîne ku ew qebûl nakin Cemal Abdulnasir ji kurdan re radyo vebike. Cemal Abdulnasir jî ji heyeta tirk dipirse û ji wan re dibêje, ‘Ji bo çi ma hûn nabêjin kurd li cem me nînin, ji ber çi hûn ji vê yekê aciz in?’ Heyeta tirk jî li ser vê pirsa Cemal Abdulnasir dibêje, ‘Rast e kurd li cem me nînin lê dîsa jî ev yek ji bo me talûke ye.’ Cemal Abdulnasir vê yekê bi awayekî îronî dike û ji heyeta tirk re dibêje, ‘Heke kurd li cem we nînin, hûn çima ji vê yekê aciz dibin.’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar