Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Çavê yek ji pêşengên Êlek Zeran Rodrigues kor bû

Çavê yek ji pêşengên çalakvanên Êlek Zeran Jerome Rodrigues, di çalakiyên roja şemiyê de kor bû. Rodrigues da zanîn ku dê der barê Macron, wezîrê karên hundir û polîsê ku êrîş pêk anî dozê veke

Çalakvanên Êlek Zer ku li dijî hikûmeta Macron çalakiyan li dar dixin, roja şemiyê jî bi tevlêbûna bi dehhezaran çalakiyên protestoyî li dar xistin. Ji pêşengên çalakvanên Êlek Zeran, Jerome Rodrigues di van çalakiyan de ji ber êrîşa polîsan korê bû.

Jerome Rodrigues yek ji pêşengên çalakvanên Êlek Zeran ku polîtîkayên hikûmeta serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron protesto dikin tê naskirin. Di çalakiyên roja şemiyê yên li Parîsê de polîsan êrîşî çalakvanan kir û di çalakiyan de guleyên plastîk û gaza îsotê bikaranî.

Îdiayên polîsan

Polîsên fransiz dibêjin tiştî ku bûye sedema windakirina çavê Rodrigues, guleya plastîkê nîne. Polîs îdia dikin ku çavê Rodrîgues ji ber kapsûla gaza îsotê ya ku li erdê ketî û pekiya kor bûye. Lê parêzerên Jerome Rodrigues dibêjin ku îdiayên polîsan bêbingeh in û muwekîlê wan rasterast hedef hatiye girtin û bi guleyê hatiye korkirin. Parêzer destnîşan dikin ku polîsan di çalakiyan de tundiyeke zêde bi kar aniye.

Der barê Macron de dozê vedike

Parêzerê Rodrigues, Philippe de Veulle di hevpyevîna xwe ya bi televîzyona BFM’ê de diyar kir ku muwekîlê wî dê di temamiya jiyana xwe de astengdar be û ev rewş hem ji bo wî û hem jî ji bo malbata wî trajediyeke mezin e. Rodrigues jî di roja yekşemê de tev li televîzyona LCI bû û ev tişt anî ziman: “Her tişt pir zû pêş ket. Du caran rastî êrîşê hatim. Kapsûleke gaza îsotê li piyê min ket. Guleya plastîk jî li çavê min ket. Ez ê der barê Macron, wezîrê karên hundir Christophe Castaner û polîsê ku gule li min barandin dozê vekim. Çi dibe bila bibe ez ê ji vê sekna xwe venegerim.”

Çalakî kengî dest pê kirin?

Çalakiyên Êlek Zeran ku di mijdara sala 2018’an de li dijî zemên sotemeniyê dest pê kirin, bi piştgiriya gelek çalakvanên xwedî nêrînên cuda yên siyasî re veguherîn rewşeke cuda. Êdî di çalakiyan de polîtîkayên hikûmeta Macron hedef hatin girtin û çalakvanan îstîfaya Macron xwest. Çalakvan ji ber êlekê zer ên ku di çalakiyan de li xwe dikin, weke Êlek Zer tên naskirin.

Çalakiyên dijber

Roja yekşemê jî li Parîsê bi tevlêbûna 10 hezarkesan çalakiyeke balkêş hate lidarxistin. Çalakvanên ku xwe weke ‘Stûmalsor’ pênase dikiri , li dijî Êlek Zeran bi dirûşma ‘Em ê demokrasî û saziyên komarê biparêzin’ meşiyan. Di çalakiyê de çalakvanan alên Fransa û Yekitiya Ewropayê (YE) û pankartên ‘Ji demokrasiyê re erê, ji şoreşê re na’ vekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar