Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku ji bo Leyla Guven a 83 roj in di greva birçîbûnê de ye wan heyetek tenduristiyê ava kirine û got ku ew ji bo kontrolkirinê çûne serdana Guven lê ji ber Guven ji hal ketiye neçar maye daxwaza kontrolkirina tenduristiyê taloq bike
Tenduristiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 83 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, girantir bûye.
Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya li ser rewşa tenduristiyê ya Guven axivî.
Dr. Yerlîkaya diyar kir piştî ku Guven di roja 79’an a greva birçîbûnê de hate berdan, parêzerên wê serî li odeya tabîban dane û wiha got: “Di serlêdanê de ji me re ragihandin ku Guven dixwaze greva birçîbûnê li mala xwe bidomîne. Parêzeran xwest hem ji bo şopandina bandora çalakiyê li bedena wê, hem jî nirxandina pêvajoya ji niha û pê ve TTB heyetekê ava bike. Me jî heyetek ji pisporên odeyê ava kir.”
Di axaftina xwe de Yerlîkaya anî ziman ku wan li mala Guven serdana wê kirine û da zanîn ku dema serdanê de ji ber Guven ji hal ketiye neçar maye ku daxwaza kontrola tenduristiyê taloq bike û wiha domand: “Dema ku me dest bi kontrol kir, em ê hin testên laboratûwarê bikin û wê demê agahiyên berfireh bidin. Bandorên giran û hilweşîner ên greva birçîbûnê hene. Bandorê li tevahiya bedenê dike, lê bi taybetî bandoreke hilweşîne li sîstema xweparastina beden dike. Lewma jî metirsiya enfeksiyonê zêde dibe. Enfeksiyon jî dikare rê li ber encamên giran veke. Çi li girtîgehê çi jî li derve dema ku hevdîtin pê re hate kirin, divê ev mijar li ber çavan bê girtin. Ji ber ku li enfeksiyonê vekiriye, divê zêde serdana wê neyê kirin. Bêguman bendewarî û hêviya me ew e ku grevên birçîbûnê tavilê bigihêjin encamê.”
Dr. Yerlîkaya destnîşan kir ku çalakger ne li ser hişê xwe be jî mudaxeleya tibî girêdayî destûra çalakger e.
Dê careke din serlêdan bikin
Di dawiya axaftina xwe de Yerlîkaya bal kişand ser rewşa girtiyên ku bi heman armancê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hem ji bo fikarên civakê ji holê rakin hem jî rewşa tenduristiya girtiyên di çalakiyê de ne bişopînin me serî li rayedaran dabû lê belê serlêdana me nehat qebûlkirin. Lê em ê careke din serlêdanê bikin. Em hekîm bi pîrozmendiya mafê jiyanê bawer in. Tevî ku me çalakiyên greva birçîbûnê nepejirandine jî, me ev çalakî heta niha şopandine. Ji bo zirar li tenduristiya çalakgeran neyê, em li gorî pîvanên exlaqî yên hekîmtiyê tevdigerin.” AMED