Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Welatparêzî çi ye? – Rohat Ararat nivîsand

Welatparêzî ne têgeheke ji rêzê ye. Pêwîst e mirov girîngî û wateya vê têgehê baş bibîne û bizanibe. Di civaka me de kesekî/ê ku di hilbijartinan de dengê xwe bide û di dilê xwe de hezkirinekê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê bihebîne ew welatparêz e. Lê belê bi dengdayîn û hezkirinekê mirov nabe welatparêz. Di hemû olan de jî ev tê gotin; kesên oldar divê şertên oldariyê bi cih bînin, yan na ew bi devkî nabe oldar. Rast e ev ji bo welatparêziyê jî derbasdar e.

Baş e, ji bo welatparêziyê pîvan çi ne, kî li gorî van pîvanan tevdigere? Niha kesên li welatekî dijîn û bi her awayî wî welatî diparêzin ji wan re welatparêz tê gotin. Welat, ji erdnîgariyekê pêk tê. Lê belê ji civak û baweriyan bigire heta hemû nirx û berhemên li ser wê erdnîgariyê, ji dîrok, çand û huner, folklor û kelepora li ser wê erdnîgariyê pênaseya welatekî ye. Di heman demê de ew xweza, çem û kanî, dol û çiya, bax û bexçe, erd û zevî, dar û daristan hemû jî xweşikî, reng û gûnê wî welatî ye. Kesên ku li ser wê erdnîgariyê dijîn pêwîst e parastina van hemûyan bike.

Li gorî vê pênase û van şertan em çiqasî dikarin ji xwe re bêjin welatparêz. Em çiqasî welatê xwe diparêzin. Em ji xwe bipirsin, gelo em çiqasî axa xwe diparêzin, em çiqasî civak, bawerî, nirx û berhemên xwe diparêzin? Em çiqasî xwedî li dîroka xwe derdikevin, çand û hunera xwe, ziman, nasname û folklora xwe dijîn û diparêzin? Em çiqasî xweza û erdnîgariya xwe ji talan, qirkirin, mêtingerî û êrîşan diparêzin? Gelo em çiqasî nirxên vî welatî û vê civakê diparêzin? Heke em li ser xwe bifikirin em ê bibînin ku me çiqasî parastiye.

Yek ji nirxên vî welatî jî mirovên bi rastî jî welatparêz in û yên ji bo vî welatî canê xwe datînin holê. Ew nirxên malî civakê bûne jî pêwîst e bên parastin. Îro li seranserê çiyayên Kurdistanê têkoşer û şervanên azadiya civak û welêt hene. Îro di nav dîwarên zindanan de bi hezaran dîlên azadiya Kurdistanê hene. Îro li Zindana Îmraliyê rêberê civaka kurd û civakên bindest birêz Abdullah Ocalan dîlgirtiye û ji bo gelan têdikoşe û li ber xwe dide. Îro di şexsê berxwedêr û têkoşeran de qirkirinek dijwar li ser civak û welêt heye. Heke em ji xwe re bêjin welatparêz pêwîst e em van nirxan biparêzin. Parastina van nirxan jî bi berxwedan û têkoşîneke bi biryardarî pêkan e.

Pîvan û pileya welatparêziyê roj bi roj zêde û bilind dibe. Lewre ev welat, civak û hemû nirxên li ser vê xaka Kurdistanê di bin gef, êrîş, mêtingerî û dagirkeriyekê de ne. Bi her awayî qirkirinek heye. Ji ber wê pêwîst e welatparêz li dijî hemû qirkirinan raweste û peywira xwe ya parastinê bi cih bîne. Heke di civaka kurd a xwedî gelheyeke bi 40 milyonî sed hezar welatparêzên dilsoz û şertên welatparêziyê bi cih bînin hebin ez bawer im dê îro civaka kurd û Kurdistan ne di vê rewşê de bûya. Lewre li gel parastinê rêxistingeriyek xurt jî bihata kirin dê ew hejmara welatparêzan bigihişta milyonan û dê civaka kurd û xaka Kurdistanê ne di vê rewşê de bûya.

Ji ber vê yekê ya em ê ji xwe re nebêjin welatparêz an jî em ê şertên welatparêziyê bi cih bînin. Heke ew angaşte me ya welatparêziyê hebe pêwîst e em li dijî, talan, qirkirin, komplo, lîstik, tundî û tecrîda li ser nirx û civakê rawestin. Pêwîst e em destûrê nedin hişmendiya berjewendîparêz a ku xwe li ser nirxan ava dike û nirxên civak û welêt binpê dikin. Pêwîst e em hemû fikarên takakesî bidin aliyekî û li ser fikarên xak û civakê rawestin.

Dem ev dem e ku welatparêz peywira xwe bi cih bînin an na dibe ku sibê gelekî dereng be. Lewma dijminê vî gelî ranaweste, bi şev û roj ji bo tunekirinê dixebite. Ji ber wê di vê pêvajoya girîng de bar û pêywira herî girîng dikeve ser milê welatparêzan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar