Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayika li cenazeyê kurê xwe digere: Ma qey wijdanê wan tune ye?

Dayika Vezîfe Çelîk ku zêdetirî 4 meh in li cenazeyê kurê xwe Tûgay Çelîk ê di bombebarana hewayî ya artêşa tirk de şehîd bûye, digere wiha got: “Ma qey wijdanê wan tune ye? hestiyên me jî nadin.”

Gerîlayê HPG’ê Tûgay Çelîk (Reşîd Hogir) di 14’ê îlona 2018’an de li herêma Kato Marînos a navçeya Bêşebab a Şirnexê, di encama êrîşa hewayî ya artêşa tirk de şehîd bû. Li gel ku bi ser şehîdbûna Çelîk re 4 meh derbas bûne jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. Malbat li cenazeyê kurê xwe digere û dibêje ku cenazeyê kurê wan dibe hê jî li qada ku hatiye bombebarankirin be.

Birayê Çelîk Halîs Çelîk ku ji bo aqûbeta cenazeyê birayê xwe ji Stenbolê hat Şirnexê, diyar kir ku piştî wan di nûçeyan de bihîstiye birayê wî şehîd bûye ji bo testa DNA’yê xwîn dane lê tu encamê bi dest nexistine. Çelîk anî ziman ku ji bo cenaze çûne Colemêrgê jî lê li wir jî tiştek bi dest nexistine û wiha got: “Diya min li Şirnexê ji bo DNA’yê xwîn da. Gotin du meh şûnde em ê li we bigerin. Lê belê li me negeriyan, loma dîsa em hatin. Vê carê jî gotin xwîna hatiye dayîn li hev derneketiye. Daxwaza me, ew e ku em cenazeyê xwe bibînin û li warê xwe veşêrin.”

‘Hestiyên me jî nadin me’

Dayik Çelîk Vezîfe Çelîk jî diyar kir ku xwestine biçin qada hatiye bombebarankirin û kurê wan lê şehîd bûye lê bi hinceta “ewlehiyê” destûr ji wan re nehatiye dayîn û ev tişt anîn ziman: “Êdî bes e. Bila dev ji vê zilm û zordariyê berdin. Ev ji bo me pir zehmet e. Ka em çi bikin? Hestiyên me jî nadin. Ma wijdanê wan tune ye? Qet naêşin? Êdî em nizanin em ê bêjin çi. Hestiyek be jî em dixwazin. Em dixwazin bibînin û veşêrin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar