Li Wanê jin hatin cem hev û kuştina jinan û îstismarkirin zarokan şermezar kirin û gotin ku heta bidawîbûna kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan dê têbikoşin
Bi mebesta şermezarkirina kuştina jinan, tundiya li ser jinan û îstîsmarkirina zarokan Platforma Jinan a Tamara, Komîsyona Jinan a Baroya Wanê û YAKA-KOP’ê li Parka Dabbaogluya Wanê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di çalakiyê de hevseroka Bajêr a Wanê ya HDP’ê Yedîşen Karabûlak, namzetên hevşaredariyên yên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û nûnerên saziyên jinan amade bûn.
Di çalakiyê de Dîlan Yildiz axivî û diyar kir ku kuştina jinan, xwekuştina jinan, îstîsmarkirina zarokan girêdayî pergala zîhniyeta mêr e û wiha got: “Em jin heta ku dawî li tundî, tacîz, kuştina jinan ên pergalê tên, bidawî nebin, têkoşîna xwe bidomînin.”
Yildiz anî ziman ku her xwekuştin cînayet e û da zanîn ku hişmendî û zagonên AKP’ê zemînê ji kuştina jinan re çêdike. WAN