Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Çarşamba - 27 Kasım 2024

Qenala misrî plana qirêj a AKP-MÎT’ê parve kir!

Di qenala TEN TV ku li Misrê weşanê dike, bijîşk Neşet Dîhîlî belgeyeke balkêş parve kir. Di belgeyan de polîtîkaya qirkirinê ya MÎT û AKP’ê ya li dijî hêzên kurd hate parvekirin. Li gorî belgeyê, dewleta tirk li dijî pêşeng û partiyên kurd di nav planên qirêj de ye

Bijîşk Neşet Dîhîle di bernameyeke televîzyona TEN TV’yê de çend belgeyên Rêxistina Îstixbaratê ya Millî (MÎT) ya dewleta tirk belav kir. Li gorî wan belgeyan, hikûmeta AKP’ê tevî MÎT’ê planên têkbirina hemû hêzên muxalîf ên li dijî Erdogan bi taybetî jî yên pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hêzên li Rojava dikin.

Di belgeyê de tê destnîşankirin ku AKP û MÎT bi hev re pir baldarî plansaziya kuştina endamên pêşeng ên PKK’ê, derxistina şaredariyan ji destê kurdan û kuştina endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dikin.

Perwerdekirina leşkeran

Dr. Neşat Dîhîle diyar kir ku di belgeyan de hatiye nîşandan ku divê partî û dezgehên siyasî yên kurdan ên li bakurê Sûriyeyê bên tasfiyekirin û di warê siyasî de jî bên lawazkirin. Her wiha ji bo pêkanîna vê jî budçeyek hatiye amadekirin. Di belgeyê de tê gotin ku divê leşkêrên artêşa tirk hê zêdetir bên perwerdekirin ku bikaribin li dijî şerê gerîla xwe bigirin.

Zêdekirina dadgehên leşkerî

Xaleke din a di belgeyê de balê dikişîne jî wiha ye: “Pêwîst e dadgehên leşkerî bên zêdekirin û di her dema ku leşker ji ber êrîşan reviyan û paşve kişiyan, divê hemû berpirs û leşker bên cezakirin. Dîsa bi rasthatina her bûyer û tiştekî divê gule biteqîne, heta ger derfet jî nebe divê her gule biteqîne.”

Şerê taybet

Dr. Dîhîle di bernameya televîzyonê de li ser mijara Rojava jî ev tişt anî ziman: “Li gorî van belgeyên ku hatine aşkerakirin, divê şerê taybet li dijî partî û hizbên kurd ên li rojavayê Kurdistanê bê meşandin. Her wiha şerekî taybet û dijwar jî li ser her ferdekî bê meşandin. Medyaya tirk ji bo vê hatiye amadekirin û bi taybetî jî televîzyona dewletê TRT û Ajansa Anadaoluyê (AA) ji bo vê hatine erkdarkirin. Dê TRT û AA bi ziravî şerê taybet bidin kirin û wê hêzê hê zêdetir bide leşkerên tirk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar