Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Rapora CIA û Trump hev nagirin

Serokê DYA’yê Donald Trump bi çend twîtan Îran hedef girt û got ku ‘hîn jî potansiyela xetereyê’ ye. Lê rapoa CIA’yê agahiyên ku Trump dane, vala derxistin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser twîtterê daxuyanî da. Trump di twîta xwe de ev tişt parve kirin: “Dema ku ez bûm serok, Îranê li Rojhilata Navîn û li gelek deverên din pirsgirêk derdixistin. Ji roja ku me xwe ji peymana nukleerê ya xeternak a bi Îranê re vekişiya heta niha jî her tiş pir cuda ne. Lê hîn jî weke potansiyela xetereyê ne. Em ji Îranê bawer nekin. Belkî jî divê serwîsên îstîxbaratê dîsa vegerin dibistanên xwe.”

Lê berevajiyê gotinên Trump, serwîsên îstîxbaratê yên DYA’yê der barê xetereyên kurewî de encamên ji yên Trump pir cudatir parve kirin.

Li gorî Trump, çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê têk çûne, Koreya Bakur êdî gefeke nûkleerî nîne, Îranê di mijara bernameya nukleerê de ‘derew’ kiriye û ji bo ‘aloziya parastina neteweyî’ bi dawî bibe divê dîwarê di navbera sînorê Meksîkayê de bê avakirin.

Şefên îstîxbaratê jî di rapora xwe ya salane de destnîşan kir ku îhtimala vegera Koreya Bakur a ji çekên nukleerî pir kêm e, DAIŞ li ‘rêbaza gerîlatiyê’ vegeriyaye û amadekariya êrîşan dike. Di raporê de tê gotin ku ‘DAIŞ ji bo ku potansiyela xwe bihêztir bike, hemû valahiyên di têkoşîna li dijî terorê de dê bi kar bîne.’

Li gorî CIA’yê, tevî ku DYA bi awayekî yekalî ji peymana nukleerî veqetiyaye jî Îran hemû taahûtan pêk tîne. Di heman raporê de tê diyarkirin ku tekane sedema ku Îran xwe ji peymanê dur bixe, sepanên DYA’yê ne. WASHÎNGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar