Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Îdiaya girîng: AKP’ê ji ÎMF’ê 220 milyar dolar deyn xwest

Nivîskarê rojnameya Yenîçagê Ahmet Takan di nivîsa xwe ya vê hefteyê de îdia kir ku heyeteke ji ÎMF’ê li Enqereyê bi hikûmeta AKP’ê re hevdîtinan dike. Takan diyar kir ku AKP’ê beriya hilbijartinê 20 û ji bo piştî hilbijartinê jî 200 milyar dolar deyn xwestiye

Aboriya Tirkiyeyê her ku diçe ber bi têkçûnê ve diçe. Li bazaran, li ser dezgehan her tişt 2  heta 3 qat biha bûye û gel nikare debara xwe bike. Rojane li kolan û kuçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bertekên gel ên tund zêde dibin. Polîtîkaya êrîşkar a li hundir û derveyî welat û rejîma yekzilamî ku sedema bingehîn a vê krîzê ye, aboriya ber bi têkçûnê ve dibe. Her çiqas hikûmet bi rêya medyayê hewl dide krîza heyî manipule bike jî, bandora li ser civakê vê rastiyê radixe ber çavan.

Hikûmeta AKP’ê ku niha bi daneyên enflasyonê dixwaze rastiya heyî berevajî bike, derket holê ku ji bo xwe xelaskirina ji krîza heyî serî li rê û rêbazên cuda dide. Têkildarî mijarê ji nivîskarên rojnameya Yenîçagê Ahmet Takan îdiayeke balkêş kir. Di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya bi ser navê ‘Gotegota ÎMF’ê ya ku Enqere bi dijwarî hejand’ de dibêje ku dema Trump gefa ‘Em ê aboriya Tirkiyeyê têk bibin’ dixwar, heyeteke ji ÎMF’ê li Enqereyê bû. Ahmet Takan îdia kir ku heyeteke ji IMF’ê li Tirkiyeyê hevdîtin kirine.

Şertên heyetê hene

Li gorî îdiaya Takan, 2 hefte berê heyeteke nefermî ya IMF’ê li Enqereyê bi rayedarên dewleta tirk re hevdîtin kirine. Takan dibêje ku çavkaniya wî pêbawere û ev agahî jî piştrast kiriye. Takan wiha didomîne: “Çavkaniya min ev riza di nava kulîsên aboriyê de wiha vegot; ‘bazariyên bi IMF’ê re didomin. Hikûmetê xwest ku 20 milyar dolar beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî 200 milyar dolaran deyn bigire. Lê heyeta IMF’ê bi baldarî nêzî vê pêşniyarê bûn. Heyetê got ku beriya hilbijartinê 5-7 milyar dolar û piştî hilbijartinê jî dê 50 milyar dolaran deyn bidin. Lê ew jî girêdayî şertan kirin. Şert jî ew e ku Tirkiye li Sûriyeyê li gorî Amerîkayê tevbigere. Hevdîtin didomin. Heyeta ÎMF’ê dixwaze piştî hilbijartinê peymanê îmze bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar