Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Êlek Zer dikevin hilbijartina Parlamentoya Ewropayê

 Di meha gulanê de hilbijartina Parlamentoya Ewropayê heye. Çalakgerên li Fransayê bi navê Êlek Zeran serî hildan jî biryar dan ku têkevin PE’yê

Êlek Zer ên ku bi mehan e li Fransayê di çalakiyê de ne, ji bo hilbijartina di meha gulanê de ya Parlamentoya Ewropayê bi navê ‘Yekitiya Zer’ lîsteyeke namzetan amade dikin. Yek ji berdevkê Êlek Zeran Frederîc Îbanez ji BFM TV a Fransayê re axivî û diyar kir ku wan ji bo hilbijartina Parlamentoya Ewropayê lîsteyeke nû amade kiriye.

Hat ragihandin ku di lîsteya bi navê ‘Yekitiya Zer’ de nêzî 40 namzet hene. Îbanez diyar kir ku ji bo lîste ne girêdayî tu partiyê be, ew baldar tevgeriyane û bal kişand ser vî tiştî ku namzet ‘ji asoyên cihê’ tên. Îbanez diyar kir ku wan pênc temayên girîng derxistine holê û got ku ew hêvîdar in ev tişt li gorî daxwazên di navenda çalakiyan de bin.

Îbanez diyar kir temayên wan ‘hêza kirînê, malnişînbûn, koçberî, edaleta civakî û baca civakî û serwerî’ ye bal kişand ser vî tiştî ku piştî nîqaşên dirêj wan xwestine gelek kes tev li wan bibin û wiha got: “Ev nîqaş a dengê kolanan e. Heke têkoşîna li kolanan tune be, îro em ê ne li vir bûna.”

Hefteya borî Êlek Zer bi navê ‘Meclisa Meclisan’ kom bûbûn û di vê çarçoveyê de bangên xwe yên yekemîn kiribûn. Meclisa Meclisan di daxuyaniya xwe de diyar kiribûn ku ew li dijî bihabûna jiyanê û sefaletê serî hildidin û gotibûn ku; “Em ji bo malbat û zarokên xwe jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em ne sefaletê lê dewlemendiyê par ve bikin. Ji bo her kesî divê meaş werin zêdekirin, ji bo her kesî mafê tendirustî, perwerde û xizmetên raya giştî yên bê pere em dixwazin.” PARÎS 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar