Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Dibistanên Mexmûrê ketin betlaneya nîvê salê

Li  Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dibistan ketin betlaneyê û xwendekaran bi kelecan karneyên xwe girtin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 4 dibistanên Seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistana  amedeyî ku bi piştî nêzî 3 hezar û 500 xwendekar bi zimanê dayikê lê dixwînin ketin betlaneyê.

Xwendekaran bi kelecan karneyên xwe yên betlaneya 2018-2019’an wergirtin Beriya ku karne bên dayîn, Sîrûda Netewî hat xwendin. Piştî xwendina Sîrûda Netewî, yek ji rêveberê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn Abdullah Tûnç li ser girîngiya perwerdeyê axivî. Her wiha li ser navê Koordînasyona Meclisa Îştar Perwîn Şirnexî jî axivî.

Rêveberê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn Abdullah Tûnç qala girîngiya perwerdê kir û wiha got: “Em dikevin bêhndana nîva salê, lê nayê wê wateyê ku ew kêm û kurtiyên ku di dersên we de çêbûne nayên çareserkirin. Li pêşiya we de dema du jî heye. Li gorî wê jî, demek wisa heye ku hûn bikaribin van kêm û kurtiyên xwe çareser bikin.”

Tûnç herî dawî destxweşiya hemû mamostayan kir û wiha pêde çû: “Hêviyên me ew e ku tevayî xwendevanên ku kêm û kurtiyên wan heyî di vê demê de bikaribin sererast bikin û ji tevayî xwendevanan re jî serkeftin dixwazim.”

Piştre jî navê xwendekarên yekemînên refan û dibistanan hat xwendin û li pêşiya xwendevanan xelatên wan hatin dayîn.

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Perwîn Şirnex jî spasiya tevayî Mamoste û hemû xwendevanan kir û di pêşeroja wan de serkeftin xwest. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar