Duyemîn konferansa Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê, bi tevlêbûna jinên Şengal û Helebê li herêma Şehbayê dest pê kir
Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Efrînê bi tevlêbûna jinên Şengal û Helebê îro seat 09.00’an li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê konferansa xwe ya duyemîn li dar xistin. Di konferansa ku bi deqeyeke rêz girtina hemû şehîdan dest pê kir de, zarokên êzidî lavayên olî xwendin.
Piştre hevseroka Yekitiya Jinên Êzidî Sûad Hiso axivî û destnîşan kir ku ew konferansa xwe di nava binpêkirinên ku dewleta tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne de, li dar dixin.
Hiso diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşa Rojava veguheriye şoreşa jinê û da zanîn ku dê li dijî siyaseta qirkirinê yên li ser civaka êzidiyan têkoşîna xwe bilind bikin.
Paşê sînevîzyona derbarê jinên êzidî de hat pêşandan û dê konferans heta seat 16.00’an berdewam bike. ŞEHBA