PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Tirkiye bêdost dimîne

Li gorî diyar dibe, roj bi roj Tirkiye bêdost û hevalbend dimîne, R.Erdogan jî bê bira û ‘hevalrê’ dimîne.

Hefteya derbasbûyî hat behskirin ku R.Erdogan û koma koleyên xwe, ji Moskovê tiştek bi dest nexistin û vegeriyan malên xwe.

Li encama vê otomatîk bi vê re ew hevalbendî û dostayî ya navbera wan a sê qolî ya Moskov-Tehran-Enqereyê têk diçe.

Li gorî senaryoya tê gotin, wexta Trump ji nişka ve got ez ji bakur-rojhilatê Sûriyeyê leşkerê xwe vedikişînim, R.Erdogan ‘bê kelek li avê siwar bû’ û hema got “ez amade me ku bikevim şûna leşkerên Amerîkayê!’

Trump jê re got ‘dibe lê bi şertekî, divê tu jî li gel min êrîşî Îranê bikî!’ Jixwe ev mijar ji berê ve di plana Amerîkayê de heye lê diyar e niha ji xwe re guncan dîtin û xwestin pêk bînin.

R.Erdogan, hema bi bazdan berê xwe da ‘dostê’ xwe yê jîr û zîrek Pûtîn û hawara xwe gihande wî. Ma Pûtîn li çi digere? Yekî wisa bêçare ketiye destê wî, hema jê xwest ‘êdî bes e, ji NATO’yê biqete û were cem me, em ê te biparêzin’ û hwd.

Li gorî ku berê difikirî R.Erdogan, dixwest ew hem Amerîka û hem jî Rûsyayê bi kar bîne ji bo berjewendiyên xwe. Hema xwe dixist şûna Ataturk ku wî jî di dema xwe de wisa kiribû. Lê ne dem, ne jî şerd û merc weke yê wê serdemê ye û Receb Reis tu jî ne Ataturk e!

Îcar halê wî niha pir xerab e, weke yê di nava mizgeftê û derê de bênimêj bimîne, lê hatiye. ‘Dost’ û dîndaşê wî yê duyemîn Ruhanî jî ev siyaseta malxerab dît û wisa xuya dibe ku dev ji R.Erdogan berda û hema bi lezgînî cîgirê xwe Cîhangîrî şand Şamê cem dîndaş û mezhebdaşê xwe Beşar. Hema bi lez 11 peyman îmze kirin!

Ji ber ku tara bêjingê li ser serê Ruhanî jî teng dibe. Lewma destê xwe xurttir li heval û hêza xwe dişidîne. Jixwe ji berê ve pir baweriya xwe bi siyaseta dewleta Tirkiyeyê bi giştî nedianî. Lewma ji bo bandora êrîşkarî û êrîşa yekser a Amerîkayê hinekî ji xwe dûr bixe, dixwaze hemû giraniya xwe bide ser Sûriyeyê û hêza xwe û hevalbendê xwe Beşar û Pûtîn bi hev re li wir xurtir bikin.

R.Erdogan jî xwedêgiravî ew jî tektîkan dike û ‘hevalrê’yê xwe Maduro (Mexdûro) biparêzê, peyamên qelew dişîne û di medyayê de diweşîne ji bo Maduro, dibêje ‘xwe li ser pêyan ragire!’ Xwedêgiravî ji bo curet û quwet bide wî van gotinan dibêje, lê gelo ew hêz û keramet bi wî re ma ye?

Li aliyê din jî tevgera bakur û rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyaye helbet. Ji rêveberên Xweseriya Demokratîk heyet, hem li Moskovê, hem li Amerîkayê, hem li Ewropayê û hwd. li hemû cîhanê karên xwe yên dîplomatîk didin meşandin.

Dibe ku yê herî R.Erdogan nerihet bike û hêrsa wî zêde bike, şandeyên Moskov û dibe ku hinekî zêdetir a Washintonê be. Ji ber ku di medya û çapemeniyê de hinek gotin û wênê û dîmenên şandeya Îlham Ehmed û hevalên wê derketin, dê R.Erdogan gelek aciz bike. Weke mînak gotinên Trump ku ji vê şandeyê re gotiye ‘ez ji kurdan gelek hez dikim û ez ê ewlekariya wan garantî bikim’ û hwd. Her wiha jixwe ev şande bi taybetî wî vexwendiye Amerîkayê û di wê hevdîtina kurt de jî ew dawetî civîna xwe ya hefteyî bi taybetî kiriye.

Her wiha Senator John Kennedy jî pêşniyarzagonek amade kiriye û pêkan e were pejirandin. Ev zagon hemû yekser ji bo garantîkirina parastina kurdan e û bi taybetî ji bo misogerkirina mafên kurdên Rojava ye.

Van bûyerên dawî, ez bawer dikim dê zêde zêde tenduristiya R.Erdogan xerabtir bike û her wiha zêde zêde wî bi tenê bihêle!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar