Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Rewşa Yuksel Koç giran bû rakirin nexweşxaneyê

Rewşa tenduristiyê ya Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç ê di greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê de giran bû û bang li ambûlansê hate kirin

Li ser giranbûna rewşa Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Yuksek Koç ku 47 roj in di grevê de ye, bang li ambûlansê hat kirin. Bi hatina ambûlansê re tîmên tenduristiyê jî amade bûn û kontrola Koç kirin. Tîmên tendurisiyê yên fransî ku Koç kontrol kirin diyar kirin ku divê bi lezgînî Yuksek Koç rakin nexwenxaneyê. Koç ê bi armanca teşhîskirinê rakirin nexweşxaneyê, li ser pêşniyara tîmên tenduristiyê ya serûmdayînê red kir.

Dr. Fahrettîn Gulşen ê li ser rewşa Koç agahî da, anî ziman ku di asteke zêde de Koç bêhal e, her wiha êşeke mezin di sing û zikê wî de heye. Dr. Gulşen diyar kir ku ji nêz ve li rewşa Koç dinihêre û got ku dibe ev êş ji ber spazmaya dil derketibe holê.  Dr Gulşen da xuyakirin ku tîmên tendurisiyê yê bi ambûlansê re hatine Koç kontrol kirin. Dr. Gulşen diyar kir ku ji nêz ve li rewşa Koç dinêre, ger rewş normal nebe, dibe rakin nexweşxaneyê.

Dixtorên fransî jî diyar kirin ku divê Koç rakin nexweşxaneyê. Agahiyên hîn berfirehtir piştî kontrola li nexweşxaneyê dê bê dayîn. STRASBOÛRG 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar