PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Dixwazin îstîsmarkirina zarokan rewa bikin’

Seroka Navenda Şêwirmendiyê ya Mafên Jinan a Baroya Amedê Aslin Pasînlî got ku hikûmet bi efûya îstîsmarkaran re dixwaze îstîsmara zayendî û zewaca di temenê biçûk de rewa bike. Pasînlî got ev yek sûc e û berevajiyê vê, divê qanûnên ku zarokan diparêzin bên derxistin

Hikûmeta AKP’ê di sala 2016’an de der barê îstîsmara zayendî ya zarokan de qanûnek derxist. Li gor vê qanûnê, ger  zaroka hatiye îstîsmarkirin bi îstîsmarkarê xwe re bizewice, dê cezayê îstîsmarkar bê taloqkirin. Lê ev qanûn li ser berteka jinan hatibû rawestandin. Hikûmeta AKP’ê niha careke din heman qanûn xist rojevê. Têkildarî vê hewldana AKP’ê, seroka Navenda Şêwirmendiyê ya Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Asli Pasînlî bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Asli Pasînlî anî ziman ku heman qanûn di sala 2016’an de jî ketibû rojevê lê li ser bertekên tund ên jinan, pêşnûma hatibû paşdexistin. Pasînlî got her çiqas niha pêşnûmayek li holê nebe jî, wan agahiya ku AKP dixwaze efûyeke bi vî rengî derxîne wergirtiye Pasînlî diyar kir ku li dijî vê, rêxistinên jinan xwe birêxistin kirine û bi tevlêbûna 165 rêxistinên jinan, deklerasyonek hatiye weşandin.

Peyman tên binpêkirin

Pasînlî bi lêv kir ku li gorî makeqanûnê, zewaca di temenekî biçûk de sûc e û wiha domand: “Ji bo mexdûriyeta hevjîn û malbatên ku ji ber zewacên nefermî derketiye, efûyeke wiha xistin rojevê. Lê îstismara zayendî sûc e. Kes nikare qala xwesteka zarokekî di bin 15 saliyê de bike. Hem Peymana Mafên Mirovan a Zarokan û hem jî ya Stenbolê vê yekê red dike.”

‘Bi efûyê dixwazin îstîsmarê rewa bikin’

Di berdewamê de Pasînlî anî ziman ku tecawiz, îstismarkirina zarokan û zewaca di temenê biçûk de sûc e û ev tişt destnîşan kir: “Divê di tu sererastkirinên qanûnî de ev tişt bi awayekî veşarî neyên dayîn. Çimkî, tecawiz çawa dibe bila bibe, bi rêyên hiqûqî nikare bê rewakirin. Ger ku mexdûriyetek hebe divê ev yek di çarçoveya îstismarkirina zarokan de bê detsgirtin. Ger ku ev pêşnûme bê qebûlkirin, dê polîtîkaya necezakirinê bikeve meriyetê. Gelek rêxistinên jinan dibêjin ku ev efû ne ji bo carekê ye. Bi efûyekî wiha re dê zewaca di temenê biçûk de û îstîsmarkirina zarokan bê rewakirin.”

‘Îstîsmara zayendî sûc e’

Herî dawî jî Pasînlî wiha derbirî: “Bi pêşnûmayê dixwazin temenê biryardayînê daxin 12 saliyê. Jin di sala 2016’an de li dijî vê derketin. Niha dibêjin dê cebîr û tundî nekevin ber efûyê. Ango dibêjin ger cebîr û tundî nebe, yên nefermî zewicîn dikarin bên efûkirin. Li gorî wan ev îstîsmar nîne. Îstîsmara zayendî sûc e û divê bi tu qanûnan neyê rewakirin. Bi efûyeke wiha re deriyên teşwîqkirinê jî dê bên vekirin. Zewac, sûcê îstismara zayendî ji holê ranake. Erka sereke ya dewletê, parastina zarokan e û ji bo vê jî divê qanûn bên lidarxistin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar