Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Çalakiyên li Başûr bi israra ‘berxwedan jiyane’ didome

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan di serî de Hewlêr, li Mexmûr, Şengal û Silêmaniyê çalakiyên greva birçîbûnê tên lidarxistin. Ji çalakvanên greva birçîbûnê Nasir Yagiz ku 75 roj in di çalakiyê de ye got ku heta tecrîd bi dawî dibe dê berxwedana wan jî bidome

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li başûrê Kurdistanê ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, bi biryarî didomin. Çalakvan Nasir Yagiz ku 75 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, ji ber rewşa wî ya giran rakirina nexweşxaneyê. Piştî ku tehlîlên Yagiz hatine kirin careke din vegeriya nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê.

Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj girantir dibe. Têkildarî rewşa xwe ya tenduristiyê Yagiz got ku rojane di hêla tenduristiyê de rewşa wî nebaş dibe lê dê çalakiya xwe bi israr berdewam bike. Yagiz bi lêv kir ku bêhalî, westan û serêşiya wî jî hîn didomin. Yagiz bi lêv kir ku êdî aşika wî di girtina vexwartekan de zorê dikêşe û nikare tiştekî vexwe.

‘Dê berxwedan berdewam bike’

Yagiz da zanîn ku êdî jibîrkirin û hesasiyeta wî ya li hemberî ronahî û bihîstinê zêde bûye û wiha berdewam kir: “Careke din vereşiyam. Heta niha min 12 kîlo winda kirine. Car bi car jî çavên min tarî dibin lê ev demkî ne. Heta ku digihijim armanca xwe dê berxwedan bidome.”

Heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakî bidome

Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku di 16’ê kanûna sala 2018’an de li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatibû destpêkirin jî di roja 49’emîn de berdewam dike. Çalakî bi koma 17’emîn didome. Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fedîle Tok di 20’ê çileyê de daye destpêkirin jî kete roja 15’emîn. Tok got heta ku tecrîd bi dawî dibe, dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Bertek nîşanî bêdengiya qada navneteweyî da

Çalakiya ku bi pêşengiya endamên Meclisa Îşatar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di 30’ê çileyê de li pêşiya avahiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê daye destpêkirin jî 5 roj li pey xwe hişt. Endama koordînasyona meclisê Nûran Sezgîn da zanîn ku armanca wan a sereke şikandina tecrîdê ye. Sezgîn bal kişand ser êrîşa hêzên asayîşê û da zanîn ku hêzên asayîşê bi awayekî hovane êrîş kirin, konê çalakiyê rakirin û piştî heqaretan jî ji wir dûr ketine. Sezgîn bertek nîşanî bêdengiya saziyên navdewletî da û got ku bi vê armancê sibê bi saziya mafê mirovan re hevdîtinê bikin.

Li Şengal û Silêmaniyê jî çalakî didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a di 6’ê çileyê de bi pêşengiya Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve li Xanesorê hatiye destpêkirin jî kete roja 28’emîn. Çalakî dê ji sibê ve li Şengalê bidome. Her wiha greva birçîbûnê ya li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê jî kete roja 50’yemîn û bi koma 27’emîn didome. Di çalakiyê de ji her çar parçeyên Kurdistanê welatî tev li dibin. ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar