Diyalogên di navbera şandeyên hikûmeta Hadî ya Yemenê û Hûsiyan de bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî di keştiyekê de li hember bajarê El-Hudeydayê li ser Deryaya Sor dest pê kirin
Aliyên Yemenê yên dijberên hev, bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser keştiya li hember bajarê El-Hudeydayê dest bi civîna xwe kir.
Her du alî dê gavên ji bo pêkanîna agirbesta El-Hudeydayê ku di meha cotmehê de li Swêdê hatibû îmzekirin, gotûbêj bikin. Li gorî agirbestê, dê çekdarên Hûsî ji El-Hudeydayê vekişin. Ev civîna sêyemîn e ku komîteya hevbeş a pêkanîna peymanê çavdêrî dike. Li gorî komîteya hevbeş, ev gaveke mezin e ji bo bidawîkirina şerê ku zêdetirî 4 sal in li Yemenê rû dide.
Li gorî daxuyaniya NY`yê dê her du alî danûstandinên der barê ji nû ve belavbûna hêzan û hêsankirina xebatên mirovî li gorî peymana Stockholmê, bidin destpêkirin. HUDEYDA