Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gel diherike qada mîtîngê ya Bakirkoyê

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê re, HDP li Stenbolê mîtîngê li dar dixe. Tevî zexta polîsan jî gel derbasî qada mîtîngê dibe

Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakvanên di greva birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin, HDP bi dirûşma ‘Em ji bo ked, aştî û edaletê digihin hev’ li Qada Bakirkoy a Stenbolê mîtîngê li dar dixe.

Di vê çarçoveyê de di saetên sibehê de ji navçeyên cuda yên Stenbolê welatî derbasî qada çalakiyê dibin. Hat zanîn ku dê di mîtîngê de hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî amade bin.

Rêya E-5 ku diçe qada mîtîngê û kolana Încirlî ji aliyê polîsan ve li trafîkê û çûn û hatinê re hat girtin. Tevî zexta polîsan ku li serê her kolanekê TOMA û wesayîtên zirxî bi cih kirine jî gel bi israr derbasî qada mîtîngê dibe. Welatî heta ku derbasî qadê dibin, di 3 bendên kontrolê re derbas dibin. Di dema meşê de welatî dirûşman berz dikin.

Herikîna gel a ber bi qada mîtîngê re didome. Li qada mîtîngê jî pankarteke mezin a bi nivîsa ‘Leyla Guven mafdar e, tecrîd dê teqez bê şikandin’ hatiye vekirin. Çalakvanên li qadê jî bi dirûşman tecrîdê şermezar dikin û piştgiriyê didin çalakvanan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar