Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji dehhezaran yek peyam: Berxwedan dê tecrîdê bişikîne

Mîtînga HDP’ê ya ji bo rakirina tecrîdê li Bakirkoy a Stenbolê li dar xist, bi tevlêbûna dehhezaran hat lidarxistin. Di mîtîngê de peyama ‘Tecrîdê bişikîne, faşîzmê parçe bike’ hate dayîn. Di axaftinên mîtîngê de jî hat destnîşankirin ku tecrîd dê teqez bê şikandin

Mîtînga HDP’ê ya ku ji bo rakirina tecrîdê li Qada Azadiyê ya Bakirkoy a Stenbolê hat lidarxistin, bi dawî bû. Di mîtîngê de bi dehhezaran welatî hatin ba hev û peyama şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.

Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê, bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê li Qada Azadiyê ya Bakirkoy a Stenbolê bi dirûşma ‘Ji bo ked, aştî û demokrasiyê em tên ba hev’ mîtîng hat lidarxistin. Tevî zextên polîsan jî li qada mîtîngê bi dehhezaran welatî kom bûn û tecrîd hat şermezarkirin. Di mîtîngê de tevî hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, parlementerên HDP’ê Gulistan Koçyîgît, Oya Ersoy, Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya, Dîlan Dirayet Taşdemîr, Mûsa Pîroglû, Garo Paylan, Zeynel Ozen, Ahmet Şik û nûnerên gelek saziyan jî amade bûn.

Temellî çalakvan silav kirin

Mîtîng bi rêzgirtina şehîdên azadî û demokrasiyê dest pê kir. Piştre jî Sezaî Temellî axivî û got ku bi rakirina tecrîdê re dê aştî û edalet pêk were. Temellî çalakiya Guven bi bîr xist û soz da ku dê tecrîdê bişikînin. Temellî çalakiyên din ên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û derveyî welat jî bi bîr xist û silavên xwe ji hemû çalakvanan re şandin. Temellî bang li rayedarên dewletê kir ku dawî li bêhiqûqiya heyî bînin û tecrîdê rakin.

Hikûmet hiqûqê binpê dike

Piştî Temellî, Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî axivî û hemû çalakvanên di greva birçîbûnê de silav kirin. Taşdemîr bi lêv kir ku çalakvan dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe û da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Taşdemîr diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê hiqûqê binpê dike. Taşdemîr anî ziman tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir, niha li dijî herkesî hatiye bipêşxistin.

Guven bi zindî tev li mîtîngê bû

Di heman demê de Leyla Guven jî bi weşana zindî tev li mîtîngê bû. Guven ku ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê bi zehmetî diaxivî, ev peyam da: “Ez bi berxwedana zindana Amedê we hemûyan silav dikim. Ez hezkirina xwe ji we re dişînim. Baş e ku hûn hene, bijî biratiya gelan.”

Piştî axaftinan, mîtîng bi dawî bû. Di dema belavbûnê de girseyê bênavber dirûşm berz kirin.  Hat zanîn bi hinceta dirûşm berz kirine, herî kêm 11 kes li nuqteyên lêgerînê hatin binçavkirin.

Peyamên di mîtîngê de

Beriya mîtîngê jî qada mîtîngê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin û welatî piştî 3 nuqteyên lêgerînê dikariyan bikevin cihê mîtîngê. Di mîtîngê de nênavber dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ hatin berzkirin. Di mîtîngê de gelek derdorên cuda jî amade bûn. Yek ji rengîniyên mîtîngê jî dovîza bi nivîsa ‘Teslimiyet îxanetê, berxwedan jî serkeftinê bi xwe re tîne’ bû. Her wiha pankartên ‘Tecrîdê bişikîne, faşîzmê parçe bike’, ‘Leyla Guven mafdar e. Divê tecrîd bi dawî bibe’ û ‘Aştî nayê tecrîdkirin’ hatin vekirin.  Her wiha peyama girtiyên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne jî hate xwendin. Di nameyê de peyama ‘Berxwedana me teqez dê bi ser bikeve’ hate dayîn. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar