Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêşmergeyê Dêrîn bertek nîşanî Nêçîrvan Barzanî da

Ji Pêşmergeyên Dêrîn Hazim Elî diyar kir ku wan ji bo axa xwe gelek bedel dan û wan ev bedel ji bo ku dewleta tirk axa Başûr dagir bike nedane. Elî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî da û got ku gerîla ji bo xaka Kurdistanê her tim amade ye

Serokê hikûmeta başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî demek berê der barê çalakiyên gelê Şêladizê yên li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk axivî. Barzanî ku sedema qetilkirina sivîlan a ji hêla dewleta tirk ve weke ‘hebûna PKK’ê ya li herêmê’ destnîşan kir, gefa ‘divê pirsgirêk ji holê bê rakirin’ dixwar. Gotinên Barzanî li başûrê Kurdistanê jî rastî bertekên gelek derdorên cuda hat. Ji pêşmergeyên Dêrîn Hazim Elî têkildarî vê mijarê  ji RojNewsê re axivî.

Hazim Elî di serî de piştgiriya xwe ya bi gelê Şêladizê re anî ziman û wiha got: “Xelkê Şêladizê navê xwe di dîroka raperînê de nivîsand. Bê hêvîtî qebûl nekirin. Ez dixwazim ku xelk rabin ser pêyan û piştgiriya xelkê Şêladizê bikin. Nabe ku em xelkê Şêladizê bi tenê bihêlin. Ev xaka ku dagirkeran dagir kiriye, namûsa me ye. Niha dagirker li ser xak û namûsa me ne. Pêwîst e em xwedî li namûs û xelkê xwe derbikevin. Xwedîderketina li Şêladizê, xwedîderketina li wijdan, rastî û kurdewariyê ye.”

Me ji bo dewleta tirk bedel nedan’

Elî diyar kir ku wan ji bo destkeftiyan gelek qurbanî dane û ev nirxandin kir: “Me ev bedel ji bo ku dewleta tirk Bermîze û Xakûrkê dagir bike, nedan. Her roj xwîna xelkê me dirije û ev yek rastî bertekên gel tê. Em bi pereyê petrola xwe ji xwe re çek tînin. Peymaneke ji bo 50 salan bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin. Petrola me dibin û di berdela wê de jî bi serê me de guleyan dibarînin.”

Kongreya neteweyî

Têkildarî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ku digot; ‘sedema bombebaranê PKK ye’ jî Elî ev tişt diyar kir: “Ger PKK li çiyayê Qendîlê nebûya, niha bib çeteyên DAIŞ’ê tejî bûya. Dema ku em birîndar bûn, gerîla ji Ranyayê bi hewara Gulale, Kerkûk û Mexmûrê hat. Ew her tim amade ne ku Kurdistanê biparêzin. Me şahidiya gelek şêhadetên wan ên ji bo vê xakê kir. Carna me şahidiya çar şehîdên ku her yek ji parçeyeke cuda yê Kurdistanê bû, kir. Gelê me yê azadîxwaz û niştimanperwer banga  lidarxistina kongreya neteweyî dike. Ger kongre pêk bihata, me Kerkûk winda nedikir. Yên ku destwerdana Kerkûkê kirin, bi hovane êrîşî Efrînê kirin. Ger yekitiya me hebe, tu dagirker bi me nikarin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar