Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Ji Maduro hişyariya şerê navxweyî: Em xwe amade dikin

Serokê Venezuelayê Nîcolas Maduro bi qenaleke îspanî re hevpeyvîn kir. Maduro got ku ji febrîqeyan heta zanîngehan, li welatê wan her kes xwe ji bo şer amade dike. Maduro pirsa der barê şerê navxweyî jî weke ‘girêdayî dînîtî û êrîşkariya DYA û hevkarên wê ye’ bersivand

Roja şemiyê hem alîgirên desthilatdariyê û hem jî yên muxalefetê yên Venezuelayê daketibûn qadan. Di demeke wiha de serokê Venezuelayê Nîcolas Maduro hişyariya şerê navxweyî da. Maduro pirsa li ser îhtîmala şerê navxweyî jî wiha got: “Tu kes nikare bersiveke teqez bide vê pirsê.”

Nîcolas Maduro ji qenalên tv’iyên Îspanyayê bi La Sextayê re axivî. Ji Maduro pirsa; ‘gelo pêkan e ku krîza li Venezuelayê veguhere şerekî navxweyî?’ hat kirin. Maduro ev pirs wiha bersivand: “Îro tu kes nikare bersiveke teqez bide vê pirsê. Her tişt girêdayî asta êrîşkarî û dînîtiya împaratoriya li bakur (DYA) û hevkarên wê ye. Em naxwazin ku tu kes destwerdana karên me yên navxweyî bike. Em xwe ji bo parastina xwe û welatê xwe amade dikin.”

‘Her kes xwe amade dike’

Di berdewamê de jî Maduro got ku li febrîqe û zanîngehên Venezuelayê her kes xwe ji bo şer amade dike. Li ser gotina rojnamegerê ku bi Maduro re hevpyevîn dikir Jordî Evole ya ‘Ez ji van gotinên we ditirsim birêz Maduro’, Maduro ev bersiv da: “Bi rastî? Lê ev min natirsîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar