Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Qeyûmên Mêrdînê dîsa dest bi kolandinê kirin!

Qeyûmên tayînî Mêrdîn û navçeyên wê hatin kirin, piştî nêzikbûna hilbijartina herêmî, dest bi xebatan kirin û cihên ku berê hatibûn çêkirin ji bo xapandina gel ji nû ve xirakirin

Qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û navçeyên wê Nisêbîn û Qoserê hatin kirin, piştî nêzikbûna hilbijartina herêmî, hîn nû dest bi çêkirina rê, peyarê û gaza xwezayî kirin. Qeyûm di bin navê ‘Xebata binesaziyê’ de rêyên ku berê çêkiribûn, ji nû ve dikole û çêdike.

Qeyûm bi taybetî rêyên berê çêkiribûn dikole û ji nû ve çêdike û li ser peyarê jî dîsa peyarê çêdike lê dest nade peyarêyên kevin û xirab.

Heman rewş li navçeya Nisêbînê jî tê jiyîn. Qeyûmê ku tim bi çêkirina rêyan propagandaya xwe dike, dîsa dest bi kolandina rêyên giştî kir.  Qeyûm bi hinceta şebekeya avê têrî bajêr nake û ji bo şebekeyê dîsa biguherîne, dest bi kolandina rê kir. Ev xebata jî dê kengî biqede ne diyar e.

Piştî 3 mehan dîsa koland

Li Qoserê jî heman tişt ji alî qeyûmê tê kirin. Qeyûm beriya 3 mehan ji bo ku xetên ceyranê bixe  bin erdê dest bi kolandinê kiribû. Dîsa ji bo şebekeya avê nû bike, xebata ku dike bûye sedema bêzarbûna welatî û dikandaran. Dikandar li hemberî xebatên parçe bi parçe tên kirin bi gazinc in.

Gelo heta niha li ku derê bûn?

Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak bertek nîşanî ev nêzîkatiyên qeyûman dan û wiha axivî: “Ji bo hilbijartinê van xebatan dikin. Ev qeyûm gelo heta niha li ku derê bûn? Dê gel bi tu awayî rê nede van bertîlên biçûk û xwedî li vîna xwe derkeve. Qeyûm çi bikin bila bikin dê gelê me roja 31’ê adarê wan di sindoqan de têk bibin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar