Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Macron 24 nîsan weke ‘Roja Bîranînê ya Qirkirina Ermenan’ ragihand

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, 24 nîsanê ku destpêka Qirkirina Ermenan tê zanîn weke ‘Roja Bîranînê ya Qirkirina Ermenan’ ragihand

Roja 24’ê nîsanê ya salvegera Qirkirina Ermenan a sala 1915’an, ji hêla serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve weke ‘Roj Bîranîna Qirkirina Ermenan’ hat ragihandin. Hêjayî gotinê ye ku Fransayê di sala 2001’an de êrîşên li dijî gelê ermenan ên di sala 1915’an de weke ‘qirkirin’ qebûl kiribû. Yek ji sozên hilbijartinê yên Macron jî ew bû ku vê rojê bi awayekî fermî qebûl bike.

Serokkomarê Fransayê Macron şevê din di resepsiyona Konseya Koordînasyonê ya Organîzasyonên Ermenên Fransayê de axivî. Di resepsiyonê de Macron êrîşên di sala 1915’an de weke ‘qetilkirina hovane ya ermenên li Împaratoriya Osmaniyan’ pênase kir. Di heman demê de Macron li ser hesaba xwe ya twîtterê jî peyamek parve kir û got ku weke ku berê soz dabû, dê di nava çend hefteyên pêş de 24 nîsanê weke Roja Bîranîna Qirkirina Ermenan ragihînin.

‘Nêrînên me ji hev cuda ne’

Macron diyar kir ku têkildarî mijarê beriya niha jî serokê giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdoğan agahdar kiriye û wiha domand: “Tevî  têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, mafên mirovan û azadiyan de, her wiha di mijara qirkirinan de jî nêrînên me û Tirkiyeyê ji hev cuda ne.”

Dewletên ku qirkirin nas kirin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 18 sal berê Parlamentoya Fransayê Qirkirina Ermenan qebûl kiribû. Vê yekê jî rê li ber xerabûna têkiliyên di navbera Fransa û dewleta tirk de vekiribû. Tevî Fransayê çend dewletên Ewropayê yên ku Qirkirina Ermenan nas kirin wiha ne: “Almanya, Çekya, Swîsre, Polonya, Avusturya, Îtalya, Yewnanistan, Belçîka, Hollanda, Qibrisa Başûr, Bulgaristan, Swêd û Luksemburg.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar