PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Armanca qeraş ku av herê ser aş

Berpirsê Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan Mehmûd Alpşen diyar kir ku armanca wan a vekirina komeleyê çûyîna avê ya ser aşê ye û wiha got: “Ev aş e, aşê me teva ye, ev aş welat û axa me ye. Ev av e, ev kaniyeke ku bi hezaran sal in diherike. Ev av Kawayê Hesinkar û agirê Newrozê ye.”

Li metropolên Tirkiyeyê bi milyonan kurdên ku ji ber zilm û zordariya dewletê ji bakurê Kurdistanê koçber bûne dijîn. Li dijî wan bi gelek cureyan polîtîkayên pişaftinê tên meşandin û tê xwestin ku di nav çerxa pişaftinê de ji çand û zimanê xwe dûr bikevin. Herî dawî bi hinceta Helwdana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, gelek saziyên kurdan ên ku di nav salan de bi kedeke mezin hatibûn avakirin, hatin girtin.

Di demên dawîn de kurdên ku li metropolan dijîn, li dijî vê yekê hemleya avakirina saziyên kurdî dane destpêkirin û dixwazên pêşî li pişaftinê bigirin. Herî dawî di 3’yê sibatê de li bajarê Îzmîrê yê Herêma Egeyê ji aliyê komeke kurd ve Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan (KED-DER/KED-KOM) hat vekirin. Gelek kes beşdarî vekirina vê komeleyê bûn û ji ber vekirina komeleyê kêfxweş bûn.

Berpirsyarê komeleyê Mehmûd Alpşen têkildarî vekirina komeleyê axivî û diyar kir ku bi 6 hevalê xwe re ji bo xebatên kurdî komeleyê vekirine û wiha got: “Me kar û barên rêvebiriyê girtiye ser milên xwe. Di rêvebiriya me de tu kes ne li pêş û tu kes jî ne li paş e. Em bi rêbazeke kolektîf rêveberiya komeleyê dikin. Hemû heval û hogirên me ji bo vekirina komeleyê piştgirî û alîkariya me kirin û bi dilsozî mesajên germ  dan me.”

Ava serokên kurdan e

Alpşen armanca vekirina komeleyê bi “Armanca qeraş ku av herê ser aş” gotina pêşiyan aşkera kir û ev tişt anîn ziman: “Ev aş e, aşê me teva ye, ev aş welat û axa me ye, bi hezaran sal in navê wê yê pîroz Kurdistan e. Ev av e, ev kaniyeke ku bi hezaran sal in diherike. Ev av Kawayê Hesinkar û agirê Newrozê ye. Ev av Melayê Cizirî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran e. Divê ku kes nebêje kurd nezan û bê nivîs in. Ev av a bi hezaran serok û tekoşerên kurdan e.”

Alpşen di berdewamê de destnîşan kir ku wek komele ew jî dilopek ava vî aşî ne û têkildarî xebatên komeleyê jî ev tişt gotin: “Xebatên me di navê komeleya me de jixwe cih digirin. Em ê li ser çand, wêje, ziman û dîroka kurdan bixebitin û lêkolînan bikin. Her wiha ji bo pêşxistina zimanê kurdî qursên zimanê kurdî jî vekin û dersên kurdî bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar