Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê ji bo mîtînga Mêrsînê bang kir

Amadekariyên ji bo mîtînga ku dê di 9’ê sibatê de li Mêrsînê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bê lidarxistin hema hema bi dawî bûn. Hevserokên HDP’ê yên Mêrsîn û Edeneyê bang li hemû derdoran kirin ku tev li mîtîngê bibin û peyameke xurt bidin dewletê

Ji bo bal kişandina ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê dê mîtîngê li dar bixe. Mîtîng dê di 9’ê sibatê de bi dirûşma ‘Edalet, azadî û demokrasî’ li Stadyûma Yevfîk Sirri Gur a Yenîşehîr a Mêrsînê bê lidarxistin. Tê payîn ku di mîtîngê de dê hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî amade bin.

Têkildarî mîtîngê, hevserokê HDP’ê ya Mêrsînê Mûstafa Işik axivî û diyar kir ku serlêdana wan a ji bo mîtîngê ji hêla walîtiyê ve hatiye qebûlkirin. Işik got ku xebatên xwe yên ji bo mîtîngê didomînin û ev tişt destnîşan kir: “Em li bendê ne ku ji Mêrsîn, Edene, Osmaniye û Hatayê bi dehhezaran kes tev li mîtîngê bibin. Em bang li hemû welatiyan dikin ku ji bo aştî, demokrasî, azadî û bidawîkirina tecrîdê biherikin qada mîtîngê.”

Dê xwedî li pêşeroja xwe derkevin

Işik anî ziman ku ev pêvajo, pêvajoya bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye û wiha derbirî: “Divê em li Leyla Guven xwedî derkevin. Em dibêjin ku em di vê pêvajoyê de dê xwedî li pêşeroja xwe, parlamenterên girtî, li bajarên xwe û li xwe xwedî derkevin. Divê gelê Çûkûrovayê ber bi qada mîtîngê ve biherike.”

Tevlêbûn girîng e

Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Erîg jî daxuyand ku wan gelemperiya amadekariyên xwe temam kirine û dê ji Edeneyê bi hezaran kes tev li mîtîngê bibe. Erîg diyar kir ku ev mîtîng pir girîng e û tevlêbûn çiqas xurt be, peyam jî dê ewqas xurttir bibe. Erîg bi lêv kir ku her kesên ku dixwazin dawî li tecrîda bînin divê tev li mîtîngê bibe. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar