Polîsên dewleta tirk li Îzmîrê bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin
Hêzên polîsên dewleta tirk li gelek navçeyên Îzmîrê bi ser gelek mal û kergehan de girt. Li gorî agahiyan, di encama serdegirtina mal û kargehan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.
Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku kesên hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê tên girtin. ÎZMÎR