Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Belgeya tunekirina kurdan

Siyaseta desthilatdariya AKP´ê ya kurd careke din xwe aşkera kir. Di bernameyeke di qenaleke televîzyonê ya li Misirê de hat îdiakirin ku serokê giştî yê AKP´ê û serokomarê tirk Tayyîp Erdogan ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya kurdan ev plan daye amadekirin. Ev îdia bi belgeyekê hat piştrastkirin. Îfade û peyvên di belgeyê de li gotin û siyasetên desthilatdariya AKP´ê tam tên. Sala 2014´an jî derketibû holê ku planeke rûxandinê hatiye amadekirin. Ev plana rûxandinê ji sala 2015´an ve pêk tê.

Belgeya ku TV´ya Misirê weşandî, nîşan dide ku plana rûxandinê di asta qirkirinê de pêk anîn. Ev yek, pêkanîna bi armanca qirkirinê di çarçoveya planeke berfireh de ya gotinên Tayyîp Erdogan ên weke li ku derê dibin bila bibin, em ê biçin wan biperçiqînin. Di nava vê planê de wekî destpêka salên 90´î kuştinên qaşo kiryarên nediyar jî hene. Jixwe, di serdema desthilatdariya AKP´ê de bi navê têkoşîna qaşo li dijî terorê de, li her derî êrîşan dikin. Di encama vê de jin û zarok jî di nav de bi hezaran mirov qetil kirin. Ne tenê li bakurê Kurdistanê, li Başûr û Rojava jî bi sedan mirov qetil kirin. Di vê peywendê de belgeya qirkirinê ya li Misirê hat weşandin, birina qonaxeke li pêştir a pêkanînên heta niha ye. Heger desthilatdariya AKP û MHP´ê di hilbijartinên herêmî de encama bi dilê xwe bi dest bixe, dê dest bi pêkanîna vê planê bikin; çawa ku 1´ê mijdara 2015´an piştî ku di hilbijartinan de bi ser ketin, êrîşên xwe li Kurdistanê zêde kirin!

Ji bo mirov fêm bike ku siyaseta desthilatdariya AKP´ê dijminê kurdan e, têrê dike ku mirov li wan partiyên siyasî û hêzan binihêre ku destekê didinê. MHP, Partiya Vatan, Partiya Yekitiya Mezin (BBP) û hemû dijminên kurdan destekê didin desthilatdariya AKP-MHP´ê. Piştî MHP´ê, hêzên siyasî yên li dijî kurdan hemû dibêjin, divê HDP tu şaredariyan bi dest nexe. Herî dawî Tayyîp Erdogan bi nirxandina HDP û PKK yek in, got HDP´yî jî PKK´yî ne. Di rewşeke wiha de yên ku deng bidin HDP´ê tevî ku ne endamê rêxistina terorê ne, dikarin weke kesên ku destek dane rêxistinên terorê bên nirxandin û bi vî rengî bibin hedefa êrîşan. Ev nirxandin, encama xwezayî ya belgeya qirkirinê ya li Misirê derketî holê ye.

Siyaseta desthilatdariya AKP´ê ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya kurdan e û pê re jî tevahiya gotarên wê li ser esasê dijminatiya beramberî kurdan e. Bi rakirina pêdarê ya şovenîzmê ew desthilatdariya xwe dewam dike. Ji bo vê yekê jî kurdan ji êrîşan re dike armanc. Propagandaya wê yekê dike ku kurd dê Tirkiyeyê parçe bikin. Li Sûriyeyê jî dibêjin, korîdora kurdan ava dibe û êrîşî şoreşa Rojava dikin. Dibêjin, jixwe Kobanê ne bajarê kurdan e, Kerkûk ne bajarê kurdan e û bi vê jî nîşan didin ku ew dijminê kurdên li derveyî Tirkiyeyê ne jî. Parlamenterên ku bi îradeya gel çûn meclisê ji ber ku li ser kursiyê meclisê dibêjin, bajarên kurdan, bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Bi vî awayî di nava gelê tirk de dijminatiya beramberî kurdan tê bipêşxistin.

Mirov bi belgeya di televizyona Misirê de têdigihîje ku armanca esasî ya evqasî xurtkirina şovenîzmê ew e ku planeke bi vî rengî pêk bînin. Dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurdan her tim hebû. Lê belê tu demê evqasî aşkera nehat îfadekirin. Li ser esasê xapandina dinyayê û civaka Tirkiyeyê ev siyaset sergirtî hat meşandin. Lê belê desthilatdariya AKP´ê desteka MHP´ê û hemû dijminên kurdan da pişta xwe û ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike êdî dijminatiya kurdan evqasî aşkera dike. Li aliyê din desthilatdariya AKP´ê dixwaze li Tirkiyeyê bibe aktorê sereke yê serdema nû ya siyasî. Tirkyeyê ji nû ve bi teşe dike. Dema ku vê Tirkiyeya nû bi teşe dike, bi qirkirina kurdan dixwaze weke desthilateke ku mekanê belavbûna neteweyîbûna tirk belav dike, di dîrokê de cihê xwe bigire. Ango armanca wê ew e ku dixwaze bibe desthilatdariyeke ku Kurdistanê bike tirk.

Heger kurd vê nabînin, hingê wan serê xwe xistiye bin axê, çavê xwe miç kiriye. Beşeke mezin a kurdan dibîne ku kurdan qir dikin. Ji bo kurdekî nedîtina vê ehmeqî ye. Hin kurd û derdorên siyasî yên kurd, li têkiliya PDK û AKP´ê dinihêrin û siyaseta li dijî kurdan naxwazin bibînin. Heta, wan kesên ku li dijî desthilatdariya AKP´ê têdikoşin gunehbar dikin. Mirov ji vê helwestê re bi gotina herî nerm dibêje, xeflet. Divê tu kurd, helwesta xwe ya beramberî AKP´ê li gorî têkiliyên PDK, YNK yan jî hêzeke din a siyasî ya kurd a bi AKP´ê re diyar neke. Heger bikin ew ê bikevin rewşekê ku di dîrokê de li wan neyê bihurîn.

Bêguman, wan hêzên siyasî û dewletên bi AKP’ê re nakok, ew belgeya di televîzyona Misirî de weşandî bi dest xist û gihand vê televizyonê. Ji bilî Qetarê, piraniya dewletên ereb halê hazir dijberê desthilatdariya AKP-MHP´ê ne. Misir ji van dewletan a herî li pêş e. Ji ber ku gelek kadroyên Ixwanul Muslimîn li Tirkiyeyê stirîne û li wir tên parastin, li dijî desthilatdariya AKP´ê ye. Ji ber vê yekê ev belge weşandin e. Lê belê dijberiya Misirê ya li dijî desthilatdariya AKP´ê ne nîşana wê yekê ye ku ev belge şaş e, yan berevajîkirî ye yan jî çêkirî ye. Berevajî vê yekê, wê xwestiye bi weşandina vê belgeyê Tirkiyeyê li dinyayê teşhîr bike. Lewma desthilatdariya ev belge amade kirî, wê weke qirker bê dadgehkirin. Her diçe belge û delîl zêde dibin ji bo ku desthilatdariya AKP´ê bi sûcê qirkirinê bê dadgehkirin. Lê belê belgeyên bi vî rengî wekî din nîşan didin ku desthilatdariya AKP-MHP´ê beramberî têkoşîna gelê kurd ketiye rewşeke dijwar. Desthilatdariyeke bi vî rengî roja me ya îro neçar e ku tenê bimîne û têk biçe. Têkoşîna hebûnê ya kurdan dê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê bişikîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar