Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Parlamenterên fransiz ji bo rakirina tecrîdê name şandin

Ji bo bal kişandina ser rewşa çalakvanên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Strasboûrgê de, gelek parlamenterên Fransayê jî wezareta karên derve re name şand. Di nameyê de hat xwestin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nav liv û tevgerê

Gelek parlamenterên endamê Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji Wezareta Karê Derve ya Fransayê re name şandin û xwestin ku ji bo greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, zû tevbigere.

Di nameyê de ya bi îmzeya 8 parlamenterên ku endamên Koma Lêkolînên Kurd ên Meclisa Neteweyî ya Fransayê heye. Di nameyê de tê destnîşan kirin ku tecrîda li ser Ocalan binpêkirina hemû rêgezên hiqûqa navdewletî ye û wiha tê gotin: “Rewşa gelek çalakgeran ku ji 17’ê kanûnê heta niha ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê, ne baş e. Di nava çalakvanan de hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî heye û rewşa wî krîtîk e.”

Parlamenteran destnîşan kir ku êdî rewşa heyî nayê ragirtin û ji Fransa û Yekitiya Ewropayê (YE) xwestin ku ji bo bidawîkirina binpêkirina mafan, zextê li dewleta tirk bikin. Di nameyê de ji Wezareta Karê Derve ya Fransayê hat xwestin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û destpêkirina hevdîtinan  bikevin nava hewldanan da ku pêşî li encameke nebaş a li ser jiyana çalakvanan bigirin.

Di nameya ji bo Wezîrê Karên Derve ya Fransayê Jean-Yves Le Dreîn de, ji Yekitiya Demokratên Serbixwe yê Rastgir-Lîberal (UDÎ),  Fransaya Sernetewîn ku partiya muxalîf a çepgir a herî xurt (France Insoumîs-FI), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), parlamenterên Korsîkayî û endamên Koma LT’yê jî parlaneter hene.

Parlamenterên ku îmze dane wiha ne: “Jean-Chrîstope Lagerde (Serokê Koma Meclisa UDÎ), Erîc Coquerel (FI), Jean-Fêlif Acquavîva (Korsîka-LT), Els Faucîllon (PCF), Mayer Habîb (UDI), pAUL Molac (Brtagne-LT), Jean-Paul Lecoq (PCF), Françoîs Pupponî (Korsîka-LT)” PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar