Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Asayîşa PDK’ê nahêle ofîsa televîzyona NRT’ê bê vekirin

12 roj in ofîsa televîzyona NRT’ê ya li bajarê Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin. Rêveberê televziyona NRT’ê got ku tu bingehek yasayî bi girtina ofîsê ve girêdayî nîne û asayîş nahêle ew ofîs bê vekirin

Di 26’ê çileyê de xelkê Şêladizê li dijî baregehên leşkerî yên dewleta tirk rabûn ser pêyan û baregeha leşkerî şewitandin. Televziyona NRT’ê bi awayekî çalak raperîna Şêladizê dişopand, 3 tîmên televîzyona NRT’ê li Şêladizê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin. Heman rojê tîmek din jî ya NRT’ê li Duhokê hate binçavkirin û piştî 4 saetan serbest hatin berdan.

Di 27’ê çileyê de ofîsa televziyona NRT’ê ya li Duhokê ji aliyê hêzên asayîşê ve hate girtin. Piştî wê bi rojek asayîşê biryara vekirina ofîsê da. Lê rêveberên televîzyona NRT’ê gotin ku asayîş rê nade ofîs were vekirin.

Ofîsa televîzyonê bi rojan e girtî ye

Ji wê rojê heya niha ofîsa televziyona NRT’ê ya li Duhokê girtî maye. Rêveberê televziyonê got ku tu sedemek yasayî ji bo girtina ofîsê nîne û wiha got: “Bi biryara parastinê, rê nayê dayîn ofîsa me were vekirin.”

Rêveberê televîzyona NRT’ê Şiwan Adil der barê mijarê de ji RojNews re axivî û wiha got: “Tenê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêmê diyar kiriye ku agahiya wan ji girtina ofîsê nîne. Ji bo vê ev biryarek parastinê ye û ti binemayek yasayî nîne. Konsolosên welatên derve û sendîkaya rojnamevanan ji girtina ofîsê hatine agadar kirin. Lê heya niha rê nayê dayîn ofîs were vekirin.”

18 kes hêj di bin çavan de ne

Di 26’ê çileyê de welatiyên Şêladizê li dijî baregehên leşkerî yên dewleta tirk rabûn ser pêyan û baregeha dewleta tirk ya li Şêladizê şewitandin. Piştî raperîna xelkê Şêladizê, hêzên asayîşa Duhokê operasyona binçavkirinê li dijî rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl û welatiyan da destpêkirin. Di encamê de zêdetirî 80 kes li Duhok û Şêladizê hatin binçavkirin. Heya niha jî 18 kes di bin çavan dene û nehatine berdan. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar