Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ya ku li dayika Sîsê tê kirin zilm e’

Parlamenterê HDP’ê Ridvan Turan da zanîn ku rewşa dayika Sîsê Bîngol her ku diçe giran dibe. Turan got ya ku li dayika Sîsê tê kirin zilm e û xwest ku di zûtirin dem de dawî li vê zilmê bê anîn

Dayika Sîsê Bîngol a 85 salî li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê girtin. Dayika Sîsê di 2’yê mijdarê de rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê. Bîngol 8 rojan li nexweşxaneyê hatibû dermankirin û piştî 8 rojan jî hatibû gotin ku dê di nav 15 rojan de rapora wê bê amadekirin. Zanîngeha Mêrsînê der barê dayika Sîsê de rapor amade kir û digot; ‘ji sedî 97 fonksiyonên bedena wê winda bûne û rewşa wê ya girtî li ser jiyan wê xetere ye.’ Rapor di 19’ê mijdarê de jî ji Saziya Tipa Edlî (STE) re hate şandin. Lê nûnerên STE’yê piştî muayenekirina dayika Sîsê rapor amade kir û biryareke wiha ya sosret da: “Hewl dide xwe xerab nîşan bide. Dikare li girtîgehê bimîne.”

Têkildarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Ridvan Turan bi ANF’ê re axivî û da zanîn ku dayika Sîsê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Turan ev yek weke zilm pênase kir û wiha domand: “Rewşa wê roj bi roj girantir dibe û lewma jî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ danê. Divê dayika Sîsê bê şert û merc bê dermankirin. Dema rakirina nexweşxaneyê jî di şertên tecrîdê de derman dikin. Ev ne rast e û bêhiqûqî û bêedaletî ye. Dayikeka 85 salî bi ranzayê kelemçekirî tê dermankirin. Ev ne exlaqî ye. Nikare pêdiviyên xwe pêk bîne û her tiştê xwe bi alîkariya hevalên xwe bi cih tîne.”

‘Divê ev zilm bi dawî bibe’

Turan bertek nîşanî rapora Saziya Tipa Edlî (STE) da û wiha bi dawî kir: “Tevî rapora Zanîngeha Mêrsînê jî ATK’ê raporek sosret û derveyî exlaq amade kir. Em bi rewşeke trajîk a mirovî re rû bi rû ne. Dayika Sîsê bi awayekî bê hiqûqî tê girtin. Ji bo nêzikatiyên xerab, kurdbûn têra wan dike. Lê ger tiliya alîgirekî AKP’ê xwîn jê bê, her tiştî serferber dikin. Ya ku li dayika Sîsê tê kirin zilm e û divê ev zilm bi dawî bibe.”

Dayika Sîsê kengî hate girtin?

Dayika Sîsê di nîsana sala 2016’an de li Gimgim a Mûşê hate binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Di serî de li Girtîgeha Tîpa F ya Mûşê hate girtin û di hezîrana sala 2016’an de ji ber sedemên tenduristiyê hat berdan. Lê Bîngol di danişîna ewil a nîsana sala 2017’an de bi îdiaya ‘alîkarî daye rêxistinê’ 4 sal û 2 meh ceza lê birîn û dîsa şandin girtîgeha Mûşê. Demek piştre jî dayika Sîsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Tarsûsê hate kirin. MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar