Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê serî li YSK’ê da

Li Heskîfê, qeyda 204 hilbijêran hatibû jêbirin. Ji bo vê yekê HDP’ê, serî li desteya hilbijartinê ya navçe û bajêr da,  lê belê serlêdana wê hat redkirin. Li ser vê HDP’ê, serî li YSK’ê da

Li navçeya Heskîf a Êlihê, piştî AKP’ê Abdûlvahap Kusen kir namzet, qeyda 204 hilbijêran hat jêbirin. Paşê derketibû holê ku li şûna van qeydên hatine jêbirin, 122 qeydên nû hatine çêkirin. Li ser vê HDP’ê serî li desteya hilbijartinê ya navçe û bajêr da, lê belê desteya hilbijartinê serlêdan red kir. Piştî vê HDP’ê, serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û îtiraz kir.

Hevserokê HDP’a Heskîfê Salîh Çakar têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û bilêv kir ku hilbijêrên qeyda wan jê hatiye birin, hilbijêrên wan bûne û wiha got: “Li Heskîfê, qeyda 204 hilbijêran jê birin. Piraniya van hilbijêran, malbatên sereke yên heskîfê ne. 122 hilbijêr li şûna wan çêkirin. Lê belê ev kes ne ji Heskîfê ne.” Kaçar, diyar kir ku li ser aşxaneya namzetê AKP’ê 20 hilbijêr hatine qeydkirin, wan îtiraz kiriye û ewilî îtiraza wan hatiye qebûlkirin û got: “Pêşî îtiraz hat qebûlkirin, paşê red kirin. AKP’iyan îtiraz li îtiraza me kirin. Paşê bi fermana desteya hilbijartina navçeyê, leşker û polîsan li cihê cih ev yek tespît kir. Lê di wê kêliyê de xeber ji wan kesan re şandin. Wexta polîs û leşker çûn, ew kes jî hatibûn wir.”

Kaçar anî ziman ku hemû serlêdan û îtirazên wan hatine redkirin û got: “Me li desteya hilbijartinê ya navçeyê îtiraz kir. Lê îtiraza me hat redkirin. Paşê me li desteya hilbijartinê ya bajêr îtiraz kir, lê ew jî nehat qebûlkirin. Niha me serî li YSK’ê da.”

Kaçar da zanîn ku çi dibe bila bibe ew ê bi ser bikevin û wiha got: “Tevî ev qas pêkanînan jî em tevî namzetên xwe mal bi mal digerin û dixebitin. Em ê bi ser bikevin. 4 serdemên AKP li vir li ser kar e, lê belê tenê bûye sedema rûxandinê û aboriyê. Êdî esnaf nizanin wê çi bikin. Em ê bi hev re Heskîfê ava bikin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar