Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PKK: Bi Komploya 15’ê Sibatê hebûna kurdan hedef hat girtin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi komployê hat xwestin ku di şexsê Ocalan de hebûna gelê kurd û azadiya wan tune bikin. Komîteyê diyar kir ku dê tecrîda li Îmraliyê bişikînin û pergala Îmraliyê birûxînin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera 20’emîn  Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komîteya rêveber bang li hemû derdorên antîfaşîst û derdorên demokrat kir ku li hemberî sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê derkevin.

Di daxuyaniyê de Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku Komploya 15’ê Sibatê û berxwedana azadiyê ya li dijî komployê dikeve sala 21’emîn. Komîteyê diyar kir ku Ocalan li dijî pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê berxwedaneke mezin dide û wiha domand: “Em beriya her tiştî vê berxwedana azadiyê ya pîroz û mîmarê wê Rêber Abdullah Ocalan bi hurmet silav dikin. Em berxwedana qehremanî ya gelê xwe ya li dijî komployê pîroz dikin û di şexsê Halît Oral û Aynûr Artan de em şehîdên qehreman ên berxwedana fedaî ya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe ya pêkanîna armanca wan careke din dubare dikin.”

Çalakvanen greva birçîbûnê silav kirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê kurd 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi pêngava ‘Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ pêşwazî dikin û wiha domand: “Bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven pêngaveke azadiyê ya dîrokî hatiye destpêkirin û ev pêngav li her dera Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye. Faşîzma AKP û MHP’ê ji niha ve tengijiye. Tê dîtin ku dê ev pêngava berxwedanê bê dewlemendkirin û pêngava berxwedanê pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bişikîne û komploya 15’ê Sibatê di sala 21’emîn de biavêje ser çopê. Li ser vî esasî di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de em hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin û baweriyê bi vî tiştî tînin ku di hefte û mehên pêşiya me de dê serkeftineke mezin a azadîxwaz a dîrokê bi dest bixin.”

Hevkarên komployê

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha dom kir: “Weke ku tê zanîn komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de hewl dida hebûna kurdan û azadiya wê tasfiye bike, ji aliyê rêveberiya DYA’yê ya wê demê, di 9’ê cotmeha 1998’an de bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê hatibû destpêkirin û bi dîlgirtina li Kenyayê ya di 15’ê sibata 1999’an de derbasî qonaxeke din bûye. Di warê pêkanîna komploya 15’ê Sibatê de rêveberiyên wê demê yên Îsraîl, Îngîltere, Rûsya, Fransa, Almanya, Misir û Yewnanistanê alîkarî dane Rêveberiya DYA’yê. Li ser vî esasî Rêberê Azadiyê ya serdema me hatiye dîlgirtin ê ku di şexsê gelê kurd de ji bo hemû gelan û mirovayetiyê têdikoşe. Ev êrîş di serî de ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan û jinan bûye heqareteke mezin. Em bang li wan hêzan dikin ku, divê pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bikin û vê deqa reş û heqaretê pak bikin.

Sedema komployê doza kurdan e

Em îro baştir dibînin ku komplo ji ber doza kurdan a sedsalan pêk hatiye û wekî pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê şênber bûye. Em baş dizanin ku doza kurdan jî li ser esasê nenaskirina hebûna kurdan, feraset û siyaseteke qirkirinê ye. Faşîzm jî, şerê taybet jî, planên êrîşa hilweşandinê, qetlîam û girtin jî, êrîşên hovane yên ji Efrînê heta Bradostê jî ji ber vî tiştî pêk tên. Ev hemû li ser esasê îşkence û tecrîda Îmraliyê, îro bûye rêveberiyeke dîktatorî ya faşîst. Ji ber vê jî her tişt berê xwe dide pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê.

Ji ber vê jî dijberiya li hemberî pergala îşkence û tecrîda Îmraliyê tê wateya dijberiya qirkirina kurdan jî. Dijberiya komploya 15’ê Sibatê tê wateya dijberiya dîktatoriya faşîst. Ji ber vê jî kesên ku ji xwe re dibêjin em antîfaşîst û demokrat in, divê li hemberî pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê be û divê ji bo şertên azad ên Rêber Apo têbikoşe. Li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rêya aştî û demokrasiyê ji vê derê derbas dibe. Ji ber vê jî em bang li hemû hêzên antîfaşîst û demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku bila tev li pêngava me ya ‘Em ê tecrîdê bişîkînin û faşîzmê hilweşînin’ bibin.

Bang li hêzên demokrat û şoreşger kirin

Em gelekî baş dizanin ku komploya hovane ya 15’ê Sibatê bi qasî ku hewl dide hebûn û azadiya kurdan tune bike, ewqasî jî demokrasiya Tirkiyeyê dike hedef. Tişta ku tê dîtin ev e, li Tirkiyeyê pir hindik jî be demokrasî nemaye. Komploya 15’ê Sibatê û pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, li Tirkiyeyê tê wateya zextên faşîst, teror, mêtingerî, birçîbûn û hejariyê. Ji ber vê jî divê herî zêde ciwan, gel û jinên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê derkevin. Ji ber vê jî TŞYG di serî de em bang li hemû hêzên demokrat, jin û ciwanên Tirkiyeyê dikin ku tev li pêngava ‘Em ê tecrîdê bişîkînin û faşîzmê hilweşînin’ bibin û tev li têkoşîna Tirkiyeya demokratîk bibin.

Gelê me bîst sal in 15’ê Sibatê wekî ‘Rojeke reş’ dide îlankirin û rojî jî tê de bi çalakiyan li dijî komployê derdikeve. Rêber Abdullah Ocalan jî vê rojê wekî ‘Roja Qirkirina Kurdan’ dide pênasekirin û banga têkoşîna azadî û demokrasiyê dike. Li ser vî esasî em dibînin ku 15’ê Sibatê dike rojeke çalakî û berxwedanê ya azadî û demokrasiyê. Dîsa em tevger û gel, li her derê bi grevên birçîbûnê, meş, mîtîng, protesto û çalakiyên gerîlayan vê pêngava berxwedanê pêşwazî dikin. Gelê kurd komploya 15’ê Sibatê û pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê qebûl nake. Gelê kurd dixwaze tecrîd were şikandin, faşîzm were hilweşandin, Kurdistan were azadkirin û Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî.

Biryara gelê kurd û dostên wan zelal e

Divê her kes bibîne ku di warî de biryara gelê kurd û dostên wan zelal e. Biryara jin û ciwanên kurd, ya partî û gerîlayên me zelal e. Êdî tu kes nikare van hêzan bide sekinandin. Ev hêz êdî fedaiyên azadiyê ne û heta ku Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de bijî, wê pêngava xwe ya azadiyê bidomîne. Her kurd ew ê qada ku lê ye, bike qada berxwedanê. Li ser vî esasî ew ê li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê û li hemberî pergala tecrîdê ya Îmraliyê ew ê li dora Rêber Apo helwesteke fedaiyane, jiyaneke fedaiyane û Kurdistaneke nû bide avakirin.

Ew ê gel û dostên me li ber xwe bidin, ew ê pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê were parçekirin û dê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin. Dê tecrîd bişikê û komploya 15’ê Sibatê û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê dê biçe ser sergoya dîrokê.

Sala 21’emîn dê bibe sala ku tecrîd hatiye şikandin, faşîzm hatiye hilweşandin û sala ku berxwedana me bi ser ketiye.

Em bang li hemû hevrêyên xwe yên partiyê, hêzên gerîla, gel û dostên xwe, hemû jin û ciwanan dikin ku di salvegera 21’emîn de li hemberî komplo û tecrîda Îmraliyê berxwedana azadiyê li her derê geş bikin û bikin sala ku Rêber Apo hatiye azadkirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar