Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê hunermend axa mirî ji ser xwe biavêjin’

Berxwedana Leyla Guven ya li dijî tecrîdkirina Ocalan berdewam dike. Hunermendan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Guven strana “Leyla” strîn. Hunermendan diyar kir ku divê hunermend axa mirî ji ser xwe biavêjin û ji bo civakê rakin ser pêyan û têxin nava berxwedanê netirsin

Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 96’emîn de berdewam dike. Berxwedana li zindanan ku zêdeyî 300 girtî ketine grevê di roja 58’an de berdewam dike. Çalakiyên li Ewropayê di roja 57’an de û ya Nasir Yagiz jî di roja 83’emîn de ne. Gelek hunermend bi armanca piştgiriyê bidin çalakî û daxwazên Leyla Guven strana “Leyla” strîn. Helbesta newaya stranê siyasetmedar Fuat Kav ê di 14’ê Tîrmeha 1984’an de li Zindana Amedê ket rojiya mirinê nivîsî. Strana “Leyla” hunermend Denîz Deman, Nîlgun Başozdeş, Elenore Fourniau, Leman Stehn, Baran Bozyel, Nuray Balik, Ruken Yilmaz, Binewş Roj, Bêrîvan Barcadurmuş, Gulistan Mousa, Perwîn Alî, Sevdar Mousa, Xelîl Xemgîn, Ozan Seyidxan, Ozan Comert, Ozan Emekçî, Ozan Serdar, Ferhat Tunç, Ozan Dilovan, Hesen Şerîf, Necmeddîn Xulamî, Rotînda Yetkîner, Baran Tezkorkmaz, Cuma Soner û Diyar Dersim strîn.

Hunermend Baran Bozyel û Denîz Deman diyar kirin ku navekî hunermendan netirsîbûn e û navê wan e din jî berxwedan û wîcdan e. Hunermend Baran Bozyel diyar kir ku daxwaza Leyla daxwaza wê ye û wiha got: “Daxwaza Leyla rewa ye. Di pêvajoya em qala demokrasiyê dikin tecrîd nayê qebûlkirin. Her roj derbas dibe talûkeya li ser tenduristiya Leyla zêdetir dibe. Ger ku geşedanek neyînî pêk bê dê rewş bêtir aloz bibe. Divê demek berî demekê daxwaza Leyla pêk bê. Di pêvajoyek wiha de berpirsiyariya hunermendan gelek zêde ye. Di dirokê de her dem rol û ristek wiha ya hunermendan çêbûye. Divê em weki hunermend di navbera tarî û ronahiyê de bibin pirek.”

‘Navê berxwedanê îro Leyla ye’

Hunermend Deniz Deman jî diyar kir ku pêwîst e her kes piştgiriyê bide berxwedana ku di pêşengiya Leyla Guven de hatiye destpekirin û wiha got: “Ez hemû kesên ku piştgiriyê didin vê çalakiyê û dengê xwe tev li dengê wan dikin silav dikim. Di dîroka têkoşîna azadiya kurd de jinan her dem pêşengî kir. Zîlanan, Bêrîtanan, Sarayan û gelek jinên din ên şoreşger kedên mezin dan. Di refên herîpêş ên têkoşînê de cihên xwe girtin. Îro navê têkoşîna li dijî hişmendî û feraseta feodal, mêrê serdest û faşîst  Leyla ye. Ev çalakiya Leyla serîhildan û berxwedan e. Bi taybetî di pêvajoyek wiha bi zor û zahmet de di pêvajoya ku binçavkirin girtin, zext, êrîş zêde dibin de, dengê çalakiya Guven li çar aliye cîhanê belav bû. Ji bo çar aliyê cîhanê bû hêvî. Jinan dît ku faşîzm  çiqas dîn û har bibe jî dikarin li dijî wê gavên mezin bavêjin. Bi vê berxwedanê re hevî û wêrekî jî mezin bû. Ji ber vê yekê berxwedana Leyla Guven li dijî polîtîkayên şer ên ku zêde dibin û serdestiya mêr serîhildan e. Leyla Guven talûkeya li ser gelê kurd dît û dest bi çalakiyek fedaî kir.”

Girîngiya rista hunermenda

Demhat di axaftina xwe de bal kişand ser rista hunermenda jî û ev tişt anî ziman: “ Ez bawer dikim ku muzîk hem hêze komî ser hev dike û hem jî dixe nava tevgere. Di vê wateyê de em bawer dikin ku ev berhem bandorek rast û di cih de ava kiriye. Di hemû pêvajoyên şoreşê de rola hunermendan girîng e. Erka hunermendan ew e ku di nava civake de û helwestek muxalif nîşan bide. Divê hunermend bi çalakiya Leyla axa mirî ji ser xwe biavêjin. Divê ji bo civakê rakin ser piyan û têxin nava berxwedanê netirsin. Navekî din ê hunermendan netirsîbûn e. Navekî din wêrekî berxwedan û wijdan e. Divê pêşengiya civakê bikin.” STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar