PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Berlîn bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ olan da

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, bi tevlêbûna gelek kurdistaniyan li Berlînê Meşa Dirêj hatibû destpêkirin. Meşa Dirêj bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtîngê de çalakvanan xwest ku tecrîd bi dawî bibe

Bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Berlîn a Almanyayê Meşa Dirêj a 3 rojan hatibû destpêkirin. Meş bi mîtîngekê bi dawî bû.

Tevî hemû pêkanînên kêfî û zextên polîsên alman jî meşa dirêj a 3 rojan berdewam kir. Çalakvanên di Meşa Dirêj da û kurdistanî û dostên wan saet 12:00’an de li pêşiya Saeta Cîhanê ya li Alexanderplatzê civiyan. Polîsan bi hinceta ‘qedexeye’, destûr nedan ku pankarta ku wêneyê Ocalan û hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ser bû were hildan. Li aliyê din polîsan xwest dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ asteng bikin. Lê çalakgeran bi berxwedanê nerazîbûn nîşanî polîsan da.

Dirûşm berz kirin

Girse piştre ber bi navenda giştî ya Alexanderplatzê ve meşiyan. Piştre girseya gel bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ heta Brandenbûrg Parîser Platzê meşiyan û bê navber dirûşmên ‘Em hemû Leyla ne’ , ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ocalan li vir e’ , ‘Em hemû Ocalan in’ , ‘Terorîst Erodgan’ , ‘Bijî Leyla Guven’ û ‘Bijî berxwedêrên greva birçîbûnê’ berz kirin.

Di  meşê de belavokên bi zimanê almanî hatin xwendin û bal kişandin ser berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Li Brandenbûrger Torê bi zimanê almanî axaftin hatin kirin û meşa dirêj a 3 rojan a Berlînê bi dawî bû. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar