PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Jinên ciwan li dijî komployê meşiyan

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, bi sedan jinên ciwan ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xist

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlêbûna bi sedan jinên ciwan ên ji Minbic, Tebqa û Reqqayê û bi dirûşma ‘Bi ruhê Arîn Mîrkan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin’ meşek hat lidarxistin.

Meşa jinên ciwan li Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir û jinên ciwan ber bi gundê Elbelor ê Kobanê ve meşiyan. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û alên Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) hatin hildan. Di meşê de jinên ciwan bi dirûşman berxwedana Ocalan silav kir û komplo şermezar kirin.

Li ser bedena xwe ‘Apo’ nivîsandin

Meşvan li gundê Elbelor ku 10 km dikeve rojavayê Kobanê, sekinîn. Meşvanan li vir navê ‘Apo’ li ser bedena xwe xêz kirin. Têkildarî çalakiyê rêvebera YJC’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jînda Munzur axivî û komploya navnetewî şermezar kir. Munzur detnîşan kir ku ew komployê qebûl nakin û dê tu kes nekare bi komployê vîna wan bişikîne. Munzur got ku heta azadiya Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin.

Endama Rêveber a YJC’ê Leyla El Ebd jî berxwedala Leyla Guven silav kir û komploya li dijî Ocalan şermezar kir. El Ebd bi lêv kir ku avakirina YJC’ê berhemên fikr û felsefeya Ocalan e. Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar